MEREŞ - Li dibistanekê êrişa bi çekê: Kuştî û birîndar hene

Duh li 02:18
RÛDAW
Nîşan Mereş Êriş Dibistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê li dijî dibistanekê êrişa çekdarî hat kirin û di êrişê de mamosteyek û 3 xwendekar hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.

Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê jî li dibistanekê dengê çekan hat.

Li gorî agahiyan, li navçeya Onikişubatê ya Mereşê li Dibistana Navîn a Ayşel Çalikê dengê çekan hat bihîstin.

Li ser agahdarkirinê, gelek polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tê gotin ku li cihê bûyerê gelek kuştî û birîndar hene.

Daxuyaniya Parêzgar

Parêzgarê Mereşê Mukerrem Unluer ragihand ku li Dibistana Navîn a Ayser Çalikê êrişeke çekdarî pêk hatiye.

Unluer diyar kir ku heta niha sedema êrişê nayê zanîn.

Mukerrem Unluer ragihand ku bûyer pir nû ye û li ser êrişê wiha axivî:

"Niha êrişek heye. Li dibistaneke me bûyereke xemgîn rû da. Zanyarî gihîşt me ku birîndar hene.

Mixabin kuştî jî hene. Em bi hûrgilî li ser mijarê lêkolînê dikin."

Parêzgarê Mereşê di daxuyaniyeke din de da zanîn ku êriş ji aliyê xwendekarekî dibistanê ve hatiye kirin û di êrişê de 4 kes hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ji kuştiyan yek mamoste ye û 3 jî xwendekar in.

Her wiha Parêzgarê Mereşê da zanîn ku êrişkar bi xwe jî di nava wê aloziyê de miriye.

Hat zanîn ku rewşa 4 birîndaran gelekî giran e.

Wezîrên Perwerde û Karên Navxwe diçin Mereşê

Li aliyê din, Wezîrê Karên Mavxe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî û Wezîrê Perwerdeyê Yusuf Tekîn jî piştî bûyerê ber bi Mereşê ve bi rê ketin.

Daxuyaniya Wezîrê Dadê

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akın Gurlek eşkere kir ku li ser êrişê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.

Gurlek da zanîn ku ji bo lêpirsînê 3 alîkarên Serdozgerê Komarê û 4 Dozgerên Komarê hatine erkdarkirin.

Her wiha li ser êrişa çekdarî biryara qedexeya weşanê hate dayîn.

Wezîrê Dadê Akın Gurlek li ser mijarê axivî û got, "Ji bo selametiya lêpirsînê biryara qedexeya weşanê hatiye dayîn.

Girîng e ku dezgehên me yên çapemeniyê bi hestiyarî pêbendî nihêniya lêpirsînê bin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst