Omer Ocalan: Bila hemû partiyên Kurd fedekariyê bikin

01-09-2018
RÛDAW
Parlamenterê HDPê yê Ruhayê Omer Ocalan
Parlamenterê HDPê yê Ruhayê Omer Ocalan
Nîşan HDP Omer Ocalan Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê HDPê yê Ruhayê Omer Ocalan diyar kir, ku qonaxa niha ji bo Kurdan hestiyar e û got: “Eger Kurd aştiya navxwe pêk neynin nikarin siberoja xwe jî diyar bikin.”

 

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Omer Ocalan beşdarî bûltena Rûdawê bû û destnîşan kir, ku Kurdistan niha ji qonaxeke “hestiyar û dîrokî re derbas dibe.”

 

Ocalan got: “Li gelek aliyên Kurdistanê şer û alozî hene, ciwanên Kurd dimrin. Ji bo şerê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bidawî bibe, bi boneya vê rojê em ê li Amedê mîtîngeke mezin saz bikin.”

 

Omer Ocalan destnîşan kir, ku pêwîste beriya her tiştî Kurd di nav xwe de aştiyê pêk bînin û wiha axivî:

 

“Ev mijareke pir hestiyare û her partî û aliyek Kurd ji aliyê xwe ve ji bo yekîtiya Kurdan divê fedekariyê bike. Eger em aştiya navxwe pêk neynin nikarin siberoja xwe jî diyar bikin. Mixabin niha li Bakurê Kurdistanê şer, kuştin û şewitandina daristanan, siyaseteke pir dijwar û hişk heye. Lê tişta pêdiviya me pê heye aştî ye. Em ê çawa deriya siyaseteke demokratîk vekin? Çawa aştiyê bînin vê axê? Di vê xalê de em kar dikin.

 

Tekoşîna me ya aştî û demokrasiyê ye. Divê li hemû parçeyên Kurdistanê hizb û partiyên kurdan rola xwe bilîzin. Niha li Başûrê Kurdistanê proseya hilbijartina serokomarê Iraqê heye. Eger ku Kurd nebin yek li wir jî siberoja wan dikeve bin metirsiyê. Mixabin li ser axa me qet şer û kuştin bidawî nabe. Heta tifaqa navbera Kurdan çênebe em ji vê rewşê xilas nabin”

 

Parlamenterê HDPê bi bîrxist ku HDPê di hilbijartinan de %11.7 dengan bidest xistiye û xwediyê 67 parlamenteran e û diyar kir: “Niha li welatê me Komara Tirkiyê krîza aborî û siyasî heye. Em ji bo pêşxistina demokrasiyê kar dikin lê mixabin li ser me dorpêç û xedeqeyeke pir mezin heye, him ji aliyê çapemeniya Tirkiyê û him jî ji aliyê siyasetmedaran ve.”

 

Li ser pirsa, “Gelo niha haya we ji rewşa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan heye?”, Omer Ocalan got: “Herî dawî 11ê îlona 2016ê birayê birêz Ocalan, Mehmet Ocalan li gel wî hevdîtin kir. Ev 2 sal in ti têkilî bi birêz Ocalan re nîne.”

 

Omer Ocalan mijara girtina Ocalan wek “Pirsgirêka Kurdan û ya hemû partiyên Kurdan” binav kir û ji rêveberiya Herêma Kurdistanê jî xwest ji bo rakirina qedexeya ser Ocalan bi riya peywendiyên xwe yên li gel Tirkiyê bikeve nav hewldanan.


Biryare îro HDP li bajarê Amedê bi boneya 1ê Îlonê roja Aştî ya Cîhanê mîtîngekê saz bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst