Buldan: Mesele ne Kiliçdaroglu ye

26-05-2023
RÛDAW
Nîşan HDP YSP Amed ‌Hilbijartin 2023 Pervîn Buldan Ahmet Turk Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan got “Em ê bi biryardariyeke mezin biçin ser sindoqan û ji bo faşîzm winda bike tercîha xwe bikin.” Herwiha Ahmet Turk jî dibêje “Di van demên dawî de nîqaşên netewperestî di nav gelê me de dilşkestin çêkiriye.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, rêveberên Partiya Çep a Kesk û HDP’ê û parlamenterên Partiya Çep a Kesk li Amedê bi endamên çapemeniyê re hatin cem hev.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), îro 26ê Gulanê li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ragihand, di gera duyem a hilbijartina serokkomariyê de dê deng bidin berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu.

Heseroka HDPê Pervîn Buldan bang li xelkê Amedê kir û daxwaz kir, roja Yekşemê biçin ser sindoqan û deng bidin.

Pervin Buldan dibêje, ew jî weke gelê Kurd ji gotinên netewperestiyê aciz in û dilê wan maye. Buldan got: “Eger Erdogan û AKP careke din serbikevin, wê civaka Tirkiyê bê nefes bimîne. Ez vê yekê bi eşkereyî dibêjim. Lewra em dibêjin divê Erdogan biçe.”

Herwiha Buldan got "Weke Partiya Çepên Kesk, tevî hemû astengiyan jî em di wê baweriyê de ne ku me di hilbijartinan de serkeftinek bidest xistiye. Lewra ev serkeftin divê di hilbijartina 28ê Gulanê de jî bê tomarkirin ku bi nêrîna me, ji bo paşeroja jin, ciwan û tevahiya xelkê Tirkiyê girîng e. Ev hilbijartinên 28ê Gulanê yên serokomariyê, hilbijartineke gelek dîrokî û girîng e. Em weke YSP, ev du roj e ji raya giştî re jî aşkere dikin ku wê helwesta me ya gera yekê, di gera duyem a hilbijartinan de jî berdewam be. Em dibêjin ku wê di van hilbijartinan de guhertin çêbin û bi vê baweriyê ez bang li xelkê Amedê û xelkê navçeyê dikim ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.”

“Dijminatiya Kurdan heye”

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan got “Ez dibêjim, bila em îradeya xwe ya ku me di gera yekê de nîşan dabû, di gera duyem de jî nîşan bidin. Ji ber ku peywendiya pêşeroj û siberojê bi me heye. Eger Erdogan û AKP careke din serbikevin, wê civaka Tirkiyê bê nefes bimîne. Ez vê yekê bi eşkereyî dibêjim. Lewra em dibêjin divê Erdogan biçe.”

Em dizanin ku Desthilata AKPê bi MHPê re di van salên dawî de Tirkiye bê nefes hiştiye. Me hemûyan dît ku li vî welatî her cure bêhiqûqî, dijminatî, zordestî û tundî çêdibe û welatekî ku heta hewrikên demokrasiyêjî nemane ava bûye. Dijminatiya Kurdan heye. Di heman demê dijminatiyeke jinan heye, dijminatiya aştiyê heye. Ji bo ku ev hemû bi dawî bibin û Tirkiye bêhna xwe bide, divê Erdogan di van hilbijartinan de winda bike. Çêkirina hawîrdoreke ku ev pirsgirêk bi hêsanî bên çareserkirin, gavên demokratîk bên avêtin û Tirkiye bigihîje aştî, aramî û bextewariyê, helbet bi van hilbijartinan ve girêdayî ye. Ji ber wê yekê bi şandina Erdogan re dixwazim baweriya xwe ya ku rêyên demokratik dikarin bên vekirin bînim ziman. Ez dixwazim balê bikşînim ser vê yekê cardin Erdogan serbikeve fermanên ku derxê dê ji bo Tirkiyê bibe karesat.”

Buldan bal kişand ser giringiya hilbijartinê û dibêhe “Civaka Tirkiyeyê wê biryareke girîng bide tercîheke giring bike. Tirkiye; eger di navbera tarîtî û ronahiyê de tercîh bike ronahiyê hilbijêre, eger di navbera demokrasî û faşîzmê de tercîh bike demokrasiyê hilbijêre, dikare di serdema pêş de di qada demokratîkbûyîn, aştî û aramî û bextewariyê de serkeftinê bi dest bixe. Ev hilbijartin wê bi rastî jî dîrokî be. Wê bibe hilbijartineke ku çarenûsa Tirkiyeyê biguherîne. Ez bi taybetî li gelê Amedê, ji vir bang li hemû Kurdan û gelên Tirkiyeyê dikim. Guhertina çarenûsa Tirkiyê di destê me de ye.”

“Mesele ne Tifaqa Millet an jî birêz Kiliçdaroglu ye”

Buldan di berdewamiya axavtina xwe de got jî “Mesele ne Tifaqa Millet an jî birêz Kiliçdaroglu ye; em tenê wek pêşeroja Tirkiyê li meseleyê dinêrin û em dengên xwe ji bo pêşeroja Tirkiyê didin. Ez careke din bang li gelên Tirkiyeyê dikim ku sindoqan biparêzin û dengê xwe bidin.”

Li aliyê din Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk Piştre axaftin diyar kir ku Tirkiye di qonaxeke girîng de derbas dibe û wiha axivî:

“Di van demên dawî de nîqaşên netewperestî di nav gelê me de dilşkestin çêkiriye. Em êşa guherîn û veguherînê dijîn. Helbet tercîha me ne li ser kesan e. Em ji bo siberoja gelê Kurd, siberoja Tirkiyeyê têdikoşin û li gorî vê yekê tercîha xwe dikin.

Li vir ez dixwazim bi taybetî jî vê peyamê bidim gelê me û ciwanan. Qet neyên xapandin, protestokirin û neçûna ser sindoqan di berjewendiya Erdogan de ye. bi vê hişmendiyê biçin ser sindoqan.

Em di navbera bijardeya faşîzm û demokrasiyê de mane. Dê bijardeya me demokrasî û mafên mirov be. Em neçar in ji Erdogan û Kiliçdaroglu yekî hilbijêrin. Helbet em ê piştevaniya Kiliçdaroglu bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst