Li Qada Şêx Seîd 'sonda jiyana bi Kurdî' tê xwarin

01-11-2023
Nîşan Amed Qada Şêx Seîd Sonda Jiyana bi Kurdî Platforma Ciwanên Serbixwe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 10 endamên Platforma Ciwanên Serbixwe, dê 5ê Çiriya Paşînê “sonda jiyana bi Kurdî” bixwin û dê êdî di hemû jiyana xwe de bi Kurdî biaxivin.

Platforma Ciwanên Serbixwe dê sonda xwe li Qada Şêx Seîd a li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bixwe.

Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand:

“Demeke dirêj e em wekî Platforma Ciwanên Serbixwe ji bo danîna rêbazeke nû ya neteweyî bi taybetî di nava ciwanan de xebatên avakirina hişmendîyeke bihêz a neteweyî dikin.”

Platforma Ciwanên Serbixwe da zanîn ku dê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Herwiha dê çalakiya yekem çalakiya yekem 5ê Çiriya Paşînê demjimêr 14:00an li Amedê li Qada Şêx Seîd were lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê, dê di vê çalakîyê de tenê deh hevalên wan sond bixwin.

Daxuyaniya PCSê wiha ye:

“BI NAVÊ XWEDAYÊ KURDISTANÊ

Demeke dirêj e em wekî `Platforma Ciwanên Serbixwe` ji bo danîna rêbazeka nû ya neteweyî bi taybetî di nava ciwanan da xebatên avakirina hişmendiyeke bihêz a neteweyî dikin.

Hewldanên me ji hêla teorîk û sazûmanî ve heta radeyekê bingehek ji vê rêbaza nû ra danî.

Îro êdî hatîye wê radeyê ku em vê rêbaza nû bi çalakiyên protestoyê ji hemû beşên civakê re ragihînin.

Pratîk di pêşiya teoriyê de diçe. Biryareke nû bi kiryareke wêrekane deng vedide û xwe digihîne girseyan. Çirûskeke biçûk, berê meşa dîrokî ya mirovahiyê diguhere..

Ji niha û pê de êdî metodeke me ya nû ya têkoşînê heye: BERXWEDANA PASÎV!

Ev çalakiya protestoyê dê vêxistina çirûska pêşîn a têkoşîna nû ya neteweyî ya miletê Kurd be bi metoda Berxwedana Pasîv!

Gelek cureyên çalakiyên protestoyê hene ku em ê li Kurdistanê qonax bi qonax bi metoda Berxwedana Pasîv li dar bixin.

Çalakiya me ya pêşîn ‘Sonda Jiyana Bi Kurdî’ ye û ev yek dê bi şêwaza rêzeçalakiyê be.

Rêzeçalakî yanî piştî vê çalakiya pêşîn her tim dê di demên cuda da ev çalakî ji aliyê sondxwerên nû ve were lidarxistin.

Di vê çalakiyê de hevalên me dê bi navê Xwedayê Kurdistanê sond bixwin ku ji niha û pê de li Kurdistanê dê di hemû qadên jiyanê de bi zimanê Kurdî biaxivin!

Çalakiya pêşîn dê 5ê meha Çiriya Paşînê roja Yykşemê li Amedê li Meydana Şêx Seîd were lidarxistin û di vê çalakiyê de dê tenê deh (10) hevalên me sond bixwin.

Piştî vê çalakiya pêşîn qonax bi qonax bi hejmarên cuda û li bajarên cuda dê her tim ev çalakî were lidarxistin heta ku hemû miletê Kurd di hemû qadên jiyanê de bi zimanê xwe baxive!

Ev çalakî bi xwe re dê jiyaneke nû derxe holê ji bo hevalên me yên sondxwer! Çimkî piştî vê biryarê êdî jiyaneke di nava vê sîstemê da, jiyaneke di gel civaka fermî ne mimkin e!

Êdî em ê dest bi avakirina jiyaneke alternatîv bikin û ev jiyana alternatîv dê bi hemû aliyên xwe ve bi rêya cureyên din ên çalakiyên protestoyê ji hemû miletê me û civaka navneteweyî re were ragihandin.

Yanî em ê jiyana sîstemê li ser me ferz kiriye bi jiyana xwe protesto bikin, dê jiyana me ji serî heta binî bibe çalakiyeke protestoyê, dê jiyan bibe berxwedan, dê jiyana alternatîv bibe berxwedana pasîv li dijî sîstemê!

Rêbaza nû ya neteweyî bi redkirina sîstema ku xwe li ser miletê me ferz kiriye û bi rijdbûna li ser vê helwestê dê xwe ava bike.

Îrade û hişmendiyeke bihêz, bawerî û bibiryariyeke bêhempa, wêrekî û berxwederiyeke mikum, rol û berpirsyareyeke pêxemberî divê.

Her kesek nikare rêbazeka wiha dayne û li ser berdewam be! Her kesek nikare bi vê hişmendiya civakî/siyasî/dîrokî/pêxemberî rabe!

Rabûneke nû li Kurdistanê ne rûdaneke hêsan e , heta tu bibêjî dijwar e, belê îman û raman û hêvî û bibiryarî û cesaret û berxwederî divê!

Em ji niha de bi taybetî bang li hemû ciwanên Kurdistanê û bi giştî li hemû gelê Kurdistanê dikin ku piştî vê çalakiyê ew jî beşdarî rêzeçalakiyên me yên siberojê bibin!

Her ciwanekî/a me û her endamekî/a miletê me bi beşdariya xwe dê hêz û motivasyona me zêdetir bike û doza neteweyî mezintir û berbelavtir bike!

Ji bo çalakiya pêşîn yanî çalakîya 5ê meha Çiriya Paşînê em li benda piştgiriya we ne û wê rojê bi amadebûna we ya li Meydana Şêx Seîd em ê bihêztir bibin.

Û her wisa piştî çalakiyê jî daxwaz û hêviya me ji her Kurdistaniyekî ew e ku dengê vê çalakiyê di hemû platformên medyaya civakî de berbelav bike.

Ev çalakî destpêk e, li benda çalakiyên radîkaltir bin!

Xwedayê Kurdistanê di gel me ye heta em di gel doza xwe bin!

SONDNAME:

‘Sond bi navê Xwedayê Kurdistanê!

Sond bi navê Xwedayê Kurdistanê!

Sond bi navê Xwedayê Kurdistanê!

Ez ê ji niha û pê de li Kurdistanê di hemû qadên jiyanê de bi Kurdî biaxivim!

Ez ê ji niha û pê de li Kurdistanê di hemû qadên jiyanê de bi Kurdî biaxivim!

Ez ê ji niha û pê de li Kurdistanê di hemû qadên jiyanê de bi Kurdî biaxivim!”

Heta hemû miletê Kurd li welatê xwe di hemû qadên jiyanê de bi zimanê xwe biaxive ez ê di vê têkoşîna xwe de berdewam bim, ez ê berdewam bim, ez ê berdewam bim!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst