کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Sekreterê Bereya Yekgirtî ya Kurd Siyaweş Heyatî

Sekreterê Bereya Yekgirtî ya Kurd Siyaweş Heyatî

Kurdistan

Sekreterê Bereya Yekgirtî ya Kurd hat desteserkirin

RÛDAW

RÛDAW

01-12-2022
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW01-12-2022

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Bereya Yekgirtî ya Kurd Siyaweş Heyatî û 3 çalakvanên Yarsan ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve li nzêîk bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê hatin desteserkirin.

Komeleya Şêwirmendiya Çalakvanên Sivîl ên Yarsan ragihand, şeva bihorî 7 endamên wan li ser rêya Bêstûnê dema ji bajarê Sehneyê vedigeriyan Kirmaşanê, di xaleke pişkinînê de ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan, Siyaweş Heyatî û çalakvanên din ên Yarsan ji bo dîtina komek şopînerên olî yên Yarsan ku ji ber xwepêşandanên wê dawiyê hatibûn desteserkirin û ji girtîgehê hatibûn berdan, çûbûne bajarê Sehneyê.

Hatiye ragihandin ku 3 ji wan kesên desteserkirî piştî 2 saetan serbest hatin berdan, lê Sekreterê Bereya Yekgirtî ya Kurd Siyaweş Hayatî jî di nav de 4 kes hêj desteserkirî ne û nehatine berdan.

Siyaweş Heyatî roja 22ê Îlona 2022an beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyê welatiya Kurd Mîno Mecîdî li bajarokê Qesra Şîrîn bibû, û ji ber gotara di merasima veşartina wê jina Kurd de hatibû desteserkirin.

Mîno Mecîdî roja Sêşemê 20ê Îlonê di xwepêşandanên taxa Buhara Nû ya bajarê Şahabad a Kirmaşanê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû kuştin.

Dadgeha Şahabadê di 22ê Mijdara 2022an de cezayê salek zindanê bi ser Siyaweş Heyatî de sepandibû.

Li gor zanyariyan, ji bilî Siyaweş Heyatî, Seyid Emîn Ebasî, Kakî Ferzad Elmasî û Seyid Sirûş Ebasî jî hatine desteserkirin.

 

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Pirsên