Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Îranê biryara vekirina herdu deriyên Perwêzxan û Hacî Omran da. Deriyê Perwêzxan duh bi şev ji hatinçûnê re vebû lê Deriyê Hacî Omran hê jî venebûye. Konsulxaneya Îranê ya li Hewlêrê jî bi daxuyaniyekî ev agahî piştrast kir.
Berpirsê Peywendiyên Herêma Kurdistanê yên li gel Komara Îslamî ya Îranê Ebdullah Akrayî ji Rûdawê re ragihand, berpirsên Îranê ew agahdar kirine, ku ji şeva borî ve (01-01-2018) herdu deriyên Perwêzxan û Hacî Omranê vekirî ne.
Peyamnêrê Rûdawê li Germiyanê Helo Mihemed ragihand, niha Deriyê Perwêzxanê vekiriye.
Lê peyamnêrê Rûdawê Bextiyar Qadir jî ragihand, ku heta niha jî Deriyê Hacî Omranê nevekiriye.
Herwiha Serpereştê Komalgeha Gumriga Hacî Omran Mesûd Batêlî ji Rûdawê re ragihand: “Heta niha jî deriyê navdewletî yê Hacî Omranê nevebûye. Îranê derbarê vê yekê de ti tiştek ji me re negotiye.”
Konsulxaneya Îranê: Deriyê Hecî Omran îro vedibe
Ji aliyê din ve, Konsulxaneya Îranê ya Hewlêrê bi daxuyaniyekî ragihand: “Bi berçqavgirtina danûstandinên asayî yên li gel Komara Iraqê, em ji hemû aliyan re radigihînin, ku deriyên Temerçiyan (Hacî Omran) a Pîranşarê û Perwêzxana li Qesrê Şîrîn ên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamî ya Îranê de, ku lli ser daxwaza fermî ya Iraqê hatibûne girtin, îro Sêşemê 02-01-2018 careke din tên vekirin.”
Li gorî daxuyaniyê, ji bilî hatinûçûna geştiyaran, derî dê ji bo hemû çalakiyên bazirganî jî vebin.
Roja 14ê Cotmeha 2017ê, weke karvedaneke li hemberî encamdana giştpirsiya serxwebûnê ya Başûrê Kurdistanê, Îranê hersê deriyê Başmax, Hacî Omran û Perwêzxanê ji hatinçûnê re girtin. Piştî 10 rojan Deriyê Başmax hate vekirin lê herdu deriyên din heta duh bi şev jî girtî bûn.
Ji bo bazirganî û hatinçûnê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de çend deriyên sînor hene, ku hinek ji wan fermî û hinek jî nîv fermî ne.
Deriyên li gel Rojhilataê Kurdistanê Perwêzxan, Başmax û Hacî Omranê fermî ne û deriyên Kêlê, Seyranben û Tawêle jî nîv fermî ne.
Nivîsîn: Necmî Salih
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse