Îranê sê girtiyên Kurd îdam kirin

08-12-2023
Nîşan Îran Kurd Îdam Urmiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sê girtiyên Kurd li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê hatin bidarvekirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, sê girtiyên Kurd ên bi navên Elî Şahîn Nejad, Solet Tusen û Can Elî Nedîmî îro hatin îdamkirin.

Herwiha hat zanîn ku Elî Şahîn Nejad xelkê gundê Pêsanayê yê herêma Tergewerê ye, Solet Tusen xelkê gundê Qişlaqa Terziliyayê û Can Elî Nedîmî jî xelkê gundê Pîrancixayê yê herêma Somayê ye.

Ew her sê girtî bi tohmeta qaçaxçîtî û bazirganiya madeyên hişbir hatibûn girtin û dadgehê biryara îdamkirina wan dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst