Sezgîn Tanrikulu: Divê pêvajo bi Sûriyeyê ve neyê girêdan

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sezgîn Tanrikulu Pêvajo Tirkiye Sûriye HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Amedê Sezgîn Tanrikulu ragihand ku nabe pêvajoya li Tirkiyeyê tenê bi bipêşketinên li Sûriyeyê ve were girêdan û hişyarî da ku divê pêvajo neyê têkdan.

Alîkarê Serokê Giştî yê CHPyê û Parlamenterê Amedê Sezgîn Tanrikulu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê "pêvajoya çareseriyê" û Pirsgirêka Kurdan peyamek belav kir.

Tanrikulu di peyama xwe de amaje bi wê yekê kir ku pêvajoya heyî "derfeteke dîrokî" ye.

Wî destnîşan kir ku divê di çarçoveya rapora Komîsyona Piştgiriya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de, li gel yasayên entegrasyonê, gavên ku di civakê de baweriyê ava bikin bên avêtin.

Her wiha Tanrikulu bal kişand ser mijara Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û peywendiyên bi Şamê re û diyar kir ku divê Tirkiye pêşengiya aştiyê bike.

"Pêvajoya aştiyê derfeteke dîrokî ye, divê neyê têkdan"

Sezgîn Tanrikulu di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Çareseriya Pirsgirêka Kurdan a li Tirkiyeyê, rawestandina tundî û şer, danîna çekan û dubarenebûna çalakiyên terorê yên ku ji vê pirsgirêkê derdikevin; nabe ku tenê bi bipêşketinên li Sûriyeyê ve bên girêdan.

Di çarçoveya rapora ku dê li parlamentoyê bi lez li ser lihevhatinê bê nivîsandin de; avêtina gavên bilez û bawerîbexş ên ji bo bêçekkirinê, yasayên entegrasyonê, demokrasî û dadê û her wiha li Sûriyeyê jî bikaranîna bibandor a rêyên dîplomatîk, dê bibe rêya herî bibandor a misogerkirina ewlehiya Tirkiyeyê di demeke dirêj de.

Li dijî hêzên navneteweyî yên ku dixwazin welatê me û herêma me bêîstîkrar bihêlin û ji xwe re qadê vekin, bikaranîna hêza aştiyê ya li hundir û li herêmê dê bi Tirkiyeyê bide qezenckirin."

Ev daxuyaniya Tanrikulu piştî wê yekê hat ku Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Feti Yildiz ragihandibû ku ew dema ji bo entegrasyona HSDyê hatibû dayîn di dawiya sala 2025an de bi dawî bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst