Wezîrê Şer ê Amerîkayê: Şerê Îranê dê bi şertên Trump bi dawî bibe

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Pete Hegseth Dan Caine Amerîka Îsraîl Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Şer ê Amerîkayê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku şerê Îranê dê bi îradeya Donald Trump bi dawî bibe.

Amerîkayê Pete Hegseth li ser şerê Îranê got: "Ev ne şerekî bêdawî ye lê hinek dem pêwîst e."

Îro li Washington DCyê, Pete Hegseth û Serokerkanê Artêşa Amerîkayê Dan Caine, di kongreyeke rojnamegeriyê de hûrgiliyên nû yên operasyona "Hêrsa Destanî" ya li dijî Îranê eşkere kirin.

Hegseth: Ev ne wekî şerê Îraqê ye

Wezîrê Şer ê Amerîkayê derbarê êrişa hevpar a Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê de got:

"Rejîma Îranê hewl dida çeka atomî bi dest bixe û mûşekên xwe bi pêş xistibûn da ku ji bo bernameya xwe ya atomî mertalekê çêbike."

Amerîkayê Pete Hegseth her wiha tekez kir ku "bernameyeke atomî ya aştiyane, ne pêwîst e di bin erdê de be."

Pete Hegseth li ser dema şer û cudahiya wî ji şerên berê jî got,"Ev şer ne wekî şerê Îraqê ye ku bêdawî be lê ji bo pêkanîna wan armancên ku Serok Trump diyar kirine hinek dem pêwîst e.

Şer dê li gorî wan şertên ku Serok Trump danîne biqede."

"Îran dê qelstir bibe û em dê bihêztir bibin"

Wezîrê Şer ê Amerîkayê da zanîn ku beriya destpêkirina şer sê gerên dan û standinan çêbûn lê bê encam bûn çimkî Tehran amade nebû dest ji uranyuma dewlemendkirî berde.

Pete Hegseth her wiha got,"Roj bi roj em bihêztir û Îran jî qelstir dibe. Operasyona me ji bo jinavbirina jêrxana mûşekî, atomî, deryayî û leşkerî ya Îranê ye."

Hegseth behsa şerxwaziya Îranê kir û got, "Êrişa li ser balyozxaneyên me bi piştgiriya Îranê bû lê Serok Trump rê li ber wê şerxwaziyê girt."

Çar leşkerên Amerîkî hatine kuştin

Li aliyê din, Dan Caine jî behsa zererên canî yên artêşa welatê xwe kir û got:

"Em hewl didin zererên me kêm bin lê em pêşbînî dikin ku zererên me yên canî zêdetir bin."

Îro Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) piştrast kir ku hejmara wan leşkerên Amerîkayê yên di şer û pevçûnên bi Îranê re hatine kuştin, gihişt 4an.

Ev jî piştî wê yekê hat ku leşkerekî din ê ku bi giranî birîndar bûbû, canê xwe ji dest da.

Serdestiya asmanî û êrişa surprîz

Serokerkanê Artêşa Amerîkayê eşkere kir ku operasyon bi awayekî pir nihênî hatiye plankirin û wekî "surprîz" dest pê kiriye.

Dan Caine di berdewamiyê jî de got, "Niha em di asmanê Îranê de serdest in û me bi sedan mûşekên balîstîk ên Îranê têk birine."

Serokerkanê Artêşa Amerîkayê destnîşan kir, ew şandina hêzên zêdetir ji bo Rojhilata Navîn didomînin û ew bi hişyarî li hemberî metirsiya dronên Îranê tevdigerin.

Roja 28ê Sibatê Amerîka û Îsraîlê êrişî Îranê kirin û rêberê wî welatî û çend fermande kuştin, Îran jî bi dron û mûşekan bersiva êrişan dide.

Şer bûye sedema karvedanên cîhanî. Li çend welatên wekî Îraq û Pakistanê li dijî êrişan xwenîşandan hatin kirin û li Herêma Kurdistanê jî çend êrişên dronî li ser Konsulxaneya Amerîkayê hatin kirin lê wekî berpirsên Amerîkayê dibêjin "êriş hatin têkbirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst