Gever - Li gundê Dizberanê ti kes neçû ser sindoqan: Muxtar xizmetê nake

02-04-2024
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Gever Colemêrg Gundê Dizberanê Hilbijartin
A+ A-

Gever (Rûdaw) - Roja  31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xelk ji bo helbijartina şaredar, muxtaran û encumenên şaredariyan berê xwe da sindoqan.

Lê li gundê Dizberanê yê Gevera Colemêrgê xelkê gund helbijartin baykot kir.

Li Gundê Dizberana ku 150 dengdêr lê hene ji ber nebûna xizmetan wekî bertek ti kes neçû dengdanê û deriyê navenda dengdanê jî nehate vekirin.

“Muxtar tenê ji bo gundê xwe xizmetê dike”

Xelkê Dizberanê Adem Karamandiyar kir, “Em nêzîkî 30 heta 40 mal in û 150 dengdêrê me hene.

Em girêdayî Marînosê ne û navê gundê me Dizberan e.

Her car em nikarin muxtariyê bi dest bixin û muxtar ji gundê navendê wate ji Marînos tê helbijartin.

Muxtar tenê ji bo gundê xwe xizmetê dike, me ne rê heye ne mekteb hene, ne binkeyeke tenduristî heye ne ceyran heye, têlên me yên ceyranê salên 70 - 80yî hatine danîn.

Ji payizê heta niha em bê elektrîk in.”

Gundê Dizberan bi ser muxtariya Marînosê ve ye û girêdayî Geverê ye.

Li vî gundî nêzîkî 40 malbat hene û xelkê gund jî dibêjin “Em dengê xwe bidin û nedin jî tiştek ji bo me naguhere û kes halê me napirse loma em jî naçin û dengê xwe ji bo çi kesê nadin.”

Nişteciha Dizberanê Safiye Karamanê got, “Em mexdur û bê çare ne, em çi xizmetê nabînin.

Ji hemû aliyan ve em mexdur in, em ji bo rêyan, ji bo xizmetên din hatine mexdur kirin.

Li dibistana me binêrin di çi halî de ye, gundê me wekî çol e.”

“Heta xizmet neyê em jî naçin ser sindoqan”

Mendê Karamanê wiha anî ziman, “Sê sal in av nayê malên me.

Me deh caran ji muxtarê xwe xwest ji me re boriyên avê bîne neanî.

Zarokên me bêkar in li gundê me xizmet tine, heta xizmet neyê em jî naçin ser sindoqan.”

Gundê Dizberan di helbijartinan de take ciheke ku xelkê wê bi temamî helbijartin baykot kirin û 150 dengdêran çi kes neçû ser sindoqan.  

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst