Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina bi navê Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ku PKK ji di nav de ye ragihand ku wan li dijî Alîkarê Serokê Bajarê Mêrdînê yê AK Partiyê Ekrem Sumer suîqest pêk anîne. Serokê Bajar yê Ak Partiyê Farûk Kiliç jî êrişê red kir.
Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek belav kir û tê de hate ragihandin ku di 31ê gulana 2021an de derdora nîvro li taxa 31ê Adarê ya Mêrdînê li dijî Alîkarê Serokê Bajarê Mêrdînê yê AK Partiyê Ekrem Sumer suîqest pêk anîne.
Li gorî ku di nûçeya ANFê hate diyarkirin Ekrem Sumer bi giranî birîndar bûye û di bin tedbîrên ewlehiyê yên tund e radikin nexweşxaneyê û hê jî li nexweşxaneyê di bin çavdêriya hûr de ye.
Serokbajarê Mêrdinê yê AK Partiyê Farûk Kiliç jî got ku parvekirinên di derbarê êrîşa li dijî Ekrem Sumer de "bêbingeh" in.
Kiliç diyar kir ku li ser hinek hesabên medyaya civakî yên sexte tên îdîakirin ku li dijî Alîkarê Serokê Bajarê Mêrdînê yê AK Partiyê Ekrem Sumer suîqest pêk hatiye û got ku nûçeyên weha ji bo manipûlekirina civakê têne çêkirin.
Herwiha Farûk Kiliç dide zanîn ku Ekrem Sumer niha li mala xwe ye.
Damezrandina Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi pêşengiya PKK, di 12ê Adara 2016an de li Qendîlê hate ragihandin.
Di bin HBDH yê de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Partiya Komunarên Şoreşger (DKP), Partiya Maoîst Komunîst (MKP), Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP), Yekîtiya Propaganda Çekdar a Marksîst-Lenînîst (MLSPB), Yekîtiya Komunîstên Şoreşger a Tirkiye (TİKB) cih digrin.



