Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ji bo koça dawî ya Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz peyameke sersaxiyê weşand.
Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Bexdayê Helkewt Ezîz doh li ser rêya di navbera Bexda û Besreyê de rastî qezayeke trafîkê hatibû.
Helkewt Ezîz piştî nîvro ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest da.
HAK-PARê di peyama xwe de diyar kir ku wan nûçeya koça dawî ya Helkewt Ezîz bi xemgînî bihîstiye û ragihand:
"Em bi wefata Helkewt Ezîz gelekî xemgîn in. Ruhê wî şad, cihê wî bihuşt be."
Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê her wiha sersaxî ji malbata Helkewt Ezîz re xwest.
HAK-PARê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji hemû birêvebir û karmendên Rûdawê, rojnameger û xebatkarên medyaya Kurdistanê re jî xwest.



