Li Bedlîsê qeza: 2 kes mirin

02-06-2025
RÛDAW
Nîşan Tetwan Wan Bedlîs Qezayên Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tetwanê ya parêzgeha Bedlîs a Bakurê Kurdistanê dolmîş û otomobîlek li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû.

Dolmîşa ku Rıdvan T. diajot û plakaya wê 65 ABM 469 e, li ser rêya Tetwan-Wanê li nêzîkî gundê Dibekliyê li otomobîla ku Mehmet Şîrîn Kaplan diajot û plakaya wê 20 EC 294 e qelibî.

Li ser agahdarkirina kesên li derdorê tîmên UMKE, AFAD, cendirme û Tenduristiya Bilez çûn cihê qezayê.

Di qezayê de şofêrê otomobîlê Mehmet Şîrîn Kaplan mir, şofêrê dolmîşê û rêwiyê bi navê Nurullah Kaplan ê birîndar bûn.

Birîndar sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê hatin kirin.  

Hat zanîn ku tevî hemû midaxeleyan Nurullah Kaplan jî li nexweşxaneyê miriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst