EFRÎN - Nakokî li ser parvekirina malên talankirî derdikeve

02-07-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Efrîn Talankirin Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, ne tenê hatiye kontrolkirin, lê belê bûye meydana şerên hêzên çekdar ên opozisyonê, ku li ser desthilatdarî, serdestî û talanê, nakokî û pevçûn di navbera wan de derdikevin. Xwe bi xwe ji hev jî dikujin, lê ziyanên herî mezin digihînin xelkên bêsûc.

 

Li aliyekî din, "Belgeya Danasîna Biyaniyan" ku ji bo penaberên li Tirkiyê dimînin dihate çêkirin, niha wê belgeyê didine akinciyên Efrînê jî. Bi vê belgeyê jî Efrînî li ser axa xwe weke penaber têne nîşandan.

 

Berî niha tabloyên bi Kurdî jî hatibûne rakirin û li şûna wan ên bi Tirkî û Erebî hatibûne danîn.

 

Derbarê vê rewşê lêkolerê Kurd Zekeriya Hiserî ku ji xelkê Efrînê ye, ji Rûdawê re ragihand ku armanc ji vê rewşa li Efîrnê, ew e ku dosyeya ewlehiyê radestî polîsên sivîl û encûmenên xwecihî neyê kirin, bi behaneya ew nikarin ewlehiyê biparêzin.

 

Zekeriya Hiserî herwiha got: “Armanceke din ew e ku rêgirî li ber koçberên Efrînê bê kirin û tirs li cem wan dirust bibe, eger bixwazin vegerin. Herwiha armanc jê veşartina binpêkirin û tawanên e, ku li Efrînê têne encamdan. Di heman demê de, destê hêzên çekdar di talankirin, dizî û revandinê de, bêne berdan.

 

Kiryarên ku têne encamdan, diyar dikin ku Tirkiye alîkariya hêzên çekdar dike. Ew jî, bi behaneya berdewamiya şerê li dijî "cudaxwazan" weke ku ew binav dikin.

 

Lêkolerê kurd, behsa wê yekê jî kir ku plana niştecîkirina biyaniya li cih û warên welatiyên resen berdewam e, herwiha rê ji bo rêxistinên sivîl û ragihandinê û çalakiyên siyasî nayê dan, bi mebesta ku binpêkirin neyên eşkerekirin.

 

Li beramber vê rewşê, Hiserî daxwaz kir ku ragihandin û rêxistinên sivîl derbasî Efrînê bibin û koçber vegerin herêma xwe û hêzên çekdar ji nav gund û bajaran derkevin û herêm radestî polîsên sivîl û encûmenên xwecihî bê kirin. Bi ser de jî daxwaz kir ku hemû binpêkirin, ji sala 2011an ve heta niha, bêne arşîvkirin.

 

Nêzîkî 90 hezar koçberên Efrînê, li derveyî herêma xwe mane. Bi dehên hezaran nişteciyên vê herêmê jî zehmetiyên giran dikişînin û debara jiyanê li ber gelek astengiyan e, di demekê de, ku rêxistinên navdewletî ev rewş bi awayekî rasteqîne, fermî û praktîkî nexistiye nav dosye û ajandayên xwe, nejî li ber çavan girtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst