Li Rihayê otomobîlê li peyayekî da û peya mir

02-07-2025
Nîşan Riha Qeza Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rihaya Bakurê Kurdistanê otomobîlekê li peyayekî da û ew peya mir.

Li gorî agahiyan, otomobîla bi plakaya 31 AKR 287 a ku A.K. diajot li ser Bulvara Sultan Ebdulhemîd Xanê li kesê bi navê Îrfan Denîz (38) da ku dixwest derbasî wî alî rê bibe.

Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê piştî kontrolê diyar kir ku Îrfan Denîz miriye.

Tîman piştî lêkolînên destpêkê yên li cihê bûyerê cenazeyê Îrfan Denîz bir morga Saziya Tiba Dadî.

Hat zanîn ku ajokarê otomobîlê A.K. ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst