Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Dîlokê Kemal Çeber ragihand ku hejmara koçberên Sûriyeyî yên li Dîlokê 100 hezar kêm bûye û ji 470 hezarî daketiye 369 hezar kesan.
8ê Kanûna Pêşîn a 2024an desthilata Beşar Esed rûxiya.
Vegera koçberên Sûriyeyê ya ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî rûxandina desthilata Beşar Esed zêde bû.
Parêzgarê Dîlokê Kemal Çeber li Dîlokê civîneke çapemeniyê saz kir û ragihand ku 100 hezar koçberên Sûriyeyî ji Dîlokê çûne.
"369 hezar mêvanên Sûriyeyî hene"
Çeber agahiyên herî nû ragihandin û got, "Çûna Sûriyeyiyan piştî 8ê Kanûnê zêde bûye. Hejmara Sûriyeyiyan ku sala borî 470 hezar bû, niha heta bi 369 hezar kesan daketiye.
Dema min dest bi kar kir, me yek bi yek navnîşanên koçberan kontrol kirin. Me yên ne tomarkirî û qeçax tesbît kirin.
Niha li gorî amarên fermî 369 hezar mêvanên Sûriyeyî hene. Em rewşa hemûyan ji nêzîk ve dişopînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse