DÊRSIM - Bendava Xazirgê tije gilêş bûye

1 demjimêr berê
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Bendava Xazirgê Dêrsim Lehî Gilêş
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê baraneke dijwar bariya û lehî rabû.

Lehiyê bi xwe re gilêş birin nav gola Bendava Xazirgê ava bendavê qirêj bû.

Ev 2 meh in li seranserê parêzgeha Dêrsimê baraneke bihêz dibare.

Ji ber baranê asta ava çemên Munzur û Pilemûriyê bi awayekî berçav bilind bûye.

Lê vê baranê û lehiyê bi xwe re herî, ax, qûm, lat û perçeyên daran jî birin.

Ziblê li ser avê giravok çêkirine

Hemû bermayî, zibl û gilêş çûn nava gola Bendava Xazirgê.

Niha ev qirêjî li ser rûyê bendavê kom bûye û zibl û gilêşê li ser avê giravok çêkirine.

Ev dîmenê nexweş herî zêde li devera Rostanê ya Taxa Atatûrkê balê dikişîne.

Welatiyên ku li nêzîkî golê dijîn dibêjin ku dîmenekî gelekî xerab derketiye holê.

Xelkê herêmê ji rayedaran dixwaze ku bendav di zûtirîn demê de were paqijkirin.

Metirsî li ser jiyana masiyan heye

Ev qirêjî ne tenê dîmenê herêmê xera dike.

Di heman demê de metirsiyê li ser jiyana mirov, masî û zindewerên din ên nav bendavê jî çêdike.

Pisporên jîngehê li ser rewşê hişyariyê didin.

Eger ev bermayî zû neyên paqijkirin, dê bi germbûna hewayê re bibin sedema nexweşiyan.

Her wiha dê bêhneke nexweş li derdorê belav bibe.

Xelkê Dêrsimê li benda saziyên pêwendîdar e.

Ew dixwazin xebatên paqijkirinê dest pê bikin da ku rûyê golê careke din paqij bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst