Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê di mijara danîna çekan a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de bûye çavkaniya beşek ji medyayên cîhanê.
Di nav wan de Ajansa Nûçeyan a France Press (AFP) a Fransî jî heye ku yek ji baştirînên tevahiya cîhanê ye.
Piştî ku Tora Medyayî ya Rûdawê roja 30ê Hezîrana 2025an ji zarê du çavkaniyan ve agahî derbarê dem û awayê danîna çekan a PKKyê de belav kir, beşek ji medyayên cîhan û herêmê nûçe weşandin û amaje bi Rûdawê kir.
Ajansa Nûçeyan a France Press a Fransî (AFP):
"Li gorî du çavkaniyên nêzîkî pêvajoyê ku Rûdawê derbarê wan de rapor weşandiye, ev pêngav dê bibe sedema avakirina baweriyê di birêveçûna wê pêvajoya siyasî de ku niha li Tirkiyeyê heye."
Li gorî wan çavkaniyan, danîna çekan dê di navbera 3-10ê Tîrmehê de li parêzgeha Silêmaniyê bi rê ve biçe û tê de dê 20-30 endamên PKKyê çekên xwe deynin, pişt re jî dê vegerin baregehên xwe.
"Li gorî raporeke Rûdawê ku roja Duşemê hatiye weşandin, gerîlayên PKKyê dê di destpêka Tîrmehê de dest bi pêvajoya danîna çekan bikin û pêvajo dê li Kurdistana Îraqê birêve biçe."
"Li gorî Rûdawê, danîna çekan dê li Silêmaniyê bi rê ve biçe û tê de dê 20-30 gerîla çekên xwe deynin. Tê çaverêkirin ku Abdullah Ocalan jî peyamekê belav bike."
Rojnameya 'The Express Tribune' a Pakistanî amaje bi nûçeya Tora Medyayî ya Rûdawê kir û wiha nivîsî:
"Kurdên Tirkiyeyê dixwazin ku biryara PKKêy bibe pêngaveke girîng ji bo rêkeftineke siyasî li gel hikûmeta Enqereyê."
The Express Tribune dibêje, Kurdên Tirkiyeyê nêzîkî ji sedî 20ê xelkê Tirkiyeyê pêk tînin ku nifûsa wê bi giştî 85 milyon kes e.
Malpera Rûdawê ku navenda wê li Hewlêrê ye, belav kiriye ku di rojên navbera 3-10ê Tîrmehê de, komeke PKKyê ya ji 20-30 kesan pêk tê, dê di merasîmekê de ku li Silêmaniyê bi amadebûna dezgehên ragihandinê bi rê ve diçe, çekan deyne.
Tora Medyayî ya Rûdawê ku navenda wê li Hewlêrê ye, bi spartina du çavkaniyên ji Herêma Kurdistanê belav kiriye ku tê çaverêkirin li Silêmaniyê dest bi qonaxa danîna çekan a PKKyê were kirin.
Ev pêngav weke pêngava 'avakakrina baweriyê' û 'niyeta pak' ji bo pêşxistina lihevkirinê li gel Tirkiyeyê tê avêtin.
Rûdawê di nûçeyeke xwe de ku dispêre çavkaniyên Herêma Kurdistanl nivîsîye:
"PKK dê di merasîmekê de bi amadebûna medyayê çekan deyne.
Yên ku çekan didinîn, dê bêyî çekên xwe vegerin cihê ku navê wê kirine 'Herêmên Parastinê yên Medyayê' û naçin ti bajarekî."
Rûdawê ku navenda wê li Hewlêrê ye, belav kiriye ku PKK dê di destpêka Tîrmehê de li Herêma Kurdistana Îraqê bi beşdariya medyayê merasîma danîna çekan li dar bixe.
Di nûçeyê de hatiye gotin ku PKK wê pêngavê wekî 'avakakrina baweriyê' û 'niyeta pak' dibîne.
Rûdawê ku ji Herêma Kurdistana Îraqê weşanê dike, li ser bingeha du çavkaniyan belav kir ku di van çend rojan de komek gerîlayên PKKyê dê di bin navê 'nîşana niyeta pak' de, di merasîmekê de li Silêmaniyê û bi amadebûna medyayê çekan deynin.
Tora Medyayî ya Rûdawê di nûçeya xwe de belav kir ku li gorî agahiyên piştrastkirî yên ji du çavkaniyên cuda yên Herêma Kurdistanê, dê di navbera rojên 3-10ê Tîrmeha 2025an de di merasîmekê de ku ragihandin jî dê tê de amade be, koma yekem a gerîlayên PKKê çekên xwe deyne.
Wan çavkaniyan ew nûçe red kir ku behsa mana gerîlayan a li bajarên Herêma Kurdistanê û Îraqê dikin û got, "Gerîla piştî danîna çekan dê vegerin baregehên xwe û naçin ti bajarekî."
Her du çavkaniyan ji Rûdawê re got, eger pêvajo bi başî bi rê ve biçe, plana danîna çekan a PKKyê dê li gorî salnameya danî bi rê ve biçe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse