Alinak jêr dirûşma “Li dijî hovîtiyê meşa heq” dest bi çalakiyê kir

02-09-2018
RÛDAW
Nîşan Mahmut Alinak Arkadaş Canpolat Kongreya Azadiyê ya Kedkaran EMK Amred Cizîr Şirnex Dayikên Şemiyê
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Endamên Kongreya Azadiyê ya Kedkaran  (EMK) Mahmut Alinak û Arkadaş Canpolat, bi dirûşma  "Li dijî hovîtiyê meşa heq" dest bi çalakiya meşê kirin. Alinak û Canpolat heta bigehêjin hedefa xwe dê rojane 40 kîlometreyan bimeşin.

 

Endamên Kongreya Azadiyê ya Kedkaran Mahmut Alinak û Arkadaş Canpolat, ji bo proteskirina êrişên ser aliyên dijbere û wek êrişên li dijî Dayikên Şemiyê ji Îstasyona Amedê dest bi meşe kirin û biryar e heta navçeyan Cizîrê ya Şirnexê mesa xwe berdewam bikin.


Mahmut Alinak û Arkadaş Canpolat berî ku dest bi meşê bikin li Îstasyona Amedê daxuyanî dan û ragihandin ku ew meşa xwe jêr dirûşma “Li dijî hovîtiyê meşa heq” pêk tînin.


Alinak anî ziman ku çalakiya wan wek prostestoyek e li dijî qedexekirina zimanên dayikê, zîndanîkirina akademisyên û rewşenbîran, ji kardûrxistina fermanberan û krîza aborî ya ku sedemên wê polîtikayên şaş e.


Derbarê êrişên li dijî Dayikên Şemiyê de jî Alinak wiha axifî: “Ev êrişên dijminane yên dijî Dayikên Şemiyê careke din da xuyandin ku AKP dixwaze me di nîzama hovane ya ava kiriye de wek kole bihêle. Em vê jiyana wek dojeh û zincîra koletiyê ya dixwaze bixe stûyê me red dikin.”


Meşa ku ji Amedê dest pê kirine dê rojane 40 kîlometre bimeşin û li navçeyê Cizîrê bi dawî bibe.


Mahmut Alinak kî ye?


Mahmut Alinak di sala 1952a li Bakurê Kurdistanê, bajarê Dîgora bi ser Qersê ji dayîk bû ye. Dibistana seretayî li Dîgorê û dibistana amadehiye jî li Qersê xwend. Li zanîngeha Enqerê beşa dadê qedand.


Di hilbijartinên giştî ên sala 1987a de li ser lîsta SHPê bû parlamenterê Qersê. Çar sal şûnde li ser lîsta partiyên HEP-SHP'ê bû parlamenterê bajarê Şirnexê. Paşê serokatiya rêxistina DTPê ya bajarê Qersê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst