Li Şirnexê lehî rabû: Otomobîl li ber avê çû

04-05-2024
RÛDAW
Li Şirnexê lehî rabû: Otomobîl li ber avê çû
Li Şirnexê lehî rabû: Otomobîl li ber avê çû
Nîşan Şirnex Silopiya Cizîr Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Silopiya û Cizîrê yên Şirnexê ji ber barana gur lehî rabû û av ket hindirê gelek mal û kargehan.

Li navçeyên Silopiya û Cizîrê yên Şirnexê îro demjimêrên nîvro baraneke gur dest pê kir.

Lehiyê li wan navçeyan daye ser gelek mal û dikanan û bûye sedema xisareke giran.

Hewriha lehiyê bandor li trafîkê jî kir û gelek wesayît li ser rêyan asê man.

Li aliyê din, li taxên Yafes, Sur, Cudî û Konakê yên Cizîrê av ket hindirê gelek malan.

Her wiha li taxa Yafes mîdîbusa rêwiyan di nav lehiyê de asê ma û tîmên parastina Şaristanî rêwiyên di mîdîbusê de rizgar kirin.

Li Taxa Nurê ya Cizîrê jî otomobîlek li ber avê çû.

Di heman demê de li navçeya Silopiyayê jî ji ber zîpik û baranê lehî rabû, av ket hindirê gelek mal û dikanan.

Lehiyê çûn û hatina otomobîla ya di rêya hevrîşmê de jî cih cih asteng kir.

Gelek rêyên nava bajêr jî dibin avê de man.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst