SINE - Li 120 gundan pirsgirêka avê heye

02-09-2025
RÛDAW
Nîşan Sine Rojhilatê Kurdistanê Pirsgirêka Avê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qaymeqamê Sineya Rojhilatê Kurdistanê Xerîb Secadî ragihand ku li 120 gundên parêzgehê pirsgirêka kêmaviyê heye.

Li gorî gotina Xerîb Secadî îsal tenê 130 milyar tumen (Milyonek û 226 hezar dolar) ji bo projeyên dabînkirina avê hatiye veqetandin.

Qaymeqamê Sineyê ragihand ku îsal pirsgirêka kêmaviyê li parêzgehê zêdetir bûye û ji 192 gundên girêdayî Sineyê niha li 120 gundan pirsgirêka kêmaviyê çêbûye.

Xerîb Secadî eşkere kir ku her çend bajarê Sineyê rûbirûyî pirsgirêke mezin a kêmaviyê bûye jî tenê 130 milyar tumen (Milyonek û 226 hezar dolar) ji bo projeyên dabînkirina avê hatiye veqetandin.

Li gorî gotina Secadî, ew hewl didin ku pirsgirêka kêmaviyê di demeke herî nêzîk de çareser bikin.

Qaymeqamê Sineyê her wiha behsa budceya avakirina bajar jî kir û got:

"Îsal 610 milyar tumen (Zêdetirî 5 milyon û 754 hezar dolar) ji bo cîbicîkirina projeyên xizmetguzarî û avedankirinê hatiye veqetandin."

Xerîb Secadî her wiha da zanîn ku Komîsyona Plansaziyê ya Sineyê 100 milyar tumen (Zêdetirî 943 hezar dolar) ji bo avakirina dibistanan, 135 milyar tumen (Milyonek û 273 hezar dolar) ji bo projeyên rê û piran, 60 milyar tumen (563 hezar dolar) ji bo projeyên şaredariyê û 12 milyar tumen jî (113 hezar dolar) ji bo bajarê pîşesaziyê yê Sineyê veqetandiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst