Derya Reş ji bo koçberên kurd bû qebra reş

02-10-2017
RÛDAW
Nîşan Derya Reş Koçber Ewropa Ranya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Roja 22ê Îlona 2017ê, keştiyekê masîsgiran, 60 mîl li dûrê navçeya Kandira ya bajarê Kocaelî ya Tirkiyê binav bû. Di keştiyê de 82 kes hebûn û piraniya wan kurdên Başûrê Kurdistanê bûn. Ew ji bo çûna Romanyayê xwe avêtibûne bextê Derya Reş. Lê ew roj ji hemûyan re bû rojeke reş.


Îbrahîm Mihemmed yek ji wan kesan bû, ku li Başûrê Kurdistanê hemû mal û milkê xwe firot. Ew bi tevê malbata xwe bi hêviya gihiştina Ewropayê û misogerkirina paşeroja 4 zarokên xwe ketin rê. Lê wî bi destê xwe termê her çar zarokên xwe şûşt.

 

Di keştiya binavbûyî de 25 kes xeniqîn. Zarokên Îbrahîm Mihemed jî di nava wan de bûn. Hê jî çarenivîsa 11 koçberan ne diyar e, ku guman heye ew jî miribin.

 

Ev çend mehe pêleke din ê koçberiyê ji Kurdistanê dest pê kiriye. Gelek hemwelatiyên ji Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, bi hêviya çûna Ewropayê, bi riyên qaçax xwe digihînin Tirkiyê û ji wir jî bi keştî, qayîk û beleman ji deryayên Reş û Egeyê derbas dibin. Lê rêwîtiya wan ji serî heta binî xeter û talûke ye.

 

82 kes di keştiyekê masîgiran de

 

Îbrahîm Mihemmed yek ji wan kesan e, ku bi mûcîze ji bûyera Derya Reş rizgar bûye. Ew dibêje: “Roja 22ê Îlonê em birêketin. Di keştiyê de 82 kes bûn. Piraniya wan ji Ranyayê (navçeya Silêmaniyê) bûn. Me dixwest bi riya deryayê herin Romanyayê.”

 

Di destpêka geşta koçberan de rewşa hewayê baş e. Bi gotina Îbrahîm, piştî 13 demjimêran rewş tê guhertin û ba û borane dest pê dike. Lewma biryarê didin vegerin qiraqa deryayê. Lê di nav deryayê de kaptanê keştiyê dibêje, wî rê wenda kiriye.  

 

Keştî çawa noq bû?

 

Îbrahîm dibêje: “Her diçû rewşa hewayê xiradibû. Şebekeya telefonê nebû da ku daxwaza alîkariyê bikin. Paşî keştiya me sekinî û motor kar nekir. Keştiyekê petrolê ji nêzîkî me re derbas bû. Me daxwaza alîkariyê jê kir. Ji bo xatirê jin û zarokên me qebûl kirin. Keştiya me bi keştiya petrolê ve girêdan û kişandin. Lê ji ber ba û bahorê keştiya me li keştiya mezin ket û kûn bû. Di çend xulekan de keştiya me tejî bû av û noq bû.  Jin û zarokan ji tirsan xwe dane aliyekê û keştî qulipî.”

Piraniya kesên ku di wê keştiyê de canê xwe ji dest dan xelkê Ranyayê bûn. Îbrahîm Mihemed bi tevê 4 zarokên xwe, hevjîna xwe jî di Derya Reş de ji dest dan. Herwiha kesên canê xwe ji dest dan, xelkê Silêmanî, Helebçe û Hewlêrê bûn.

Di bûyerê de 40 kes hatine rizgarkirin. Îbrahîm Mihemed jî yek ji wan e.

Bi destê xwe termê 4 zarokên xwe şuşt

Îbrahîm Mihemed bû şahidê vê trajediya mezin a jiyana xwe û hemû endamên malbata xwe ji dest da. Keça Îbrahîm a herî biçûk, tenê 7 mehî bûye.

Ew dibêje: “Li Kurdistanê jiyana min xweş bû, rewşa min a darayî jî baş bû. Tenê min dixwest ji ber zarokên xwe herim Ewropayê da ku bibin xwedanê paşerojeke baştir. Lê mixabin, di vê geşta bê yom de min hemû wenda kirin.”

Piştî ku rêxistina teybetî ya koçberan, ji rewşa Îbrahîm a dilsotî agahdar dibin, sozê didin kar bikin da ku wî bişînin Nemsa yan jî Kanadayê. Lê ew qebûl nake û biryarê dide vegere Kurdistanê.

Termê hevjîn û zarokên Îbrahîm, li gel termên 17 koçberên din veguhestine Kurdistanê. Termê 9 ji wan şandine Ranyayê.

Îbrahîm bi çavên rondik dibêje, ku wî term3e her çar zarokên xwe, bi destê xwe şûştine û ew tevde xistine gorekê de.

Termekê Lîya rizgar kir

Şemal Ezîz yek ji wan kesan e, ku xwestiye li gel 2 zarok û hevjîna xwe here Ewropayê. Lê di keştiyê de wî jî kurê xwe yê bi navê Lewendê 3 salî wenda kir. Keça wî Liya jî bi mûcîze rizgar bû.

 

Dema keştî noq dibe, Liya Şemal 4 demjimêran xwe bi termekê ve digre û destê xwe datîne ser pişta termê heta ku helîkopterên hawarçûnê xwe digihînin wê. Paşî destê xwe bilind dike û banga alîkariyê dike, bi vî awayî rizgar dibe.

 

Di nexweşxaneyên Tirkiyê de eşkere dibe, ku dayik û bavê wê jî rizgar bûne. Malbat piştî van êş û bê hêvitiyan, herwiha wendakirina zarokekî 3 salî, ji bo Kurdistanê hatine deportkirin. 

 

Şemal Ezîz dibêje: “Piştî keştiya me binav bû hevjîna min ji avê derxistin. Qet ne dilivî. Min got qey mirî ye. Zarokê min jî di deryayê de ji destê min derket. Pêlan Lewendê min bir.”

 

Dayika Liya heta niha jî di nav cihan de bê hal e. Ew hê jî li ser xema kurê xwe yê 3 salî Lewend e û dibêje: “Lewendê min her digot xewa min tê. Paşî me zanî ew xeniqî ye lê Liya rizgar bûye. Piştî 6 rojan Liya anîne cem me.”

 

Bi tevê vê karesatê jî Şemal dixwaze here Ewropayê. Ew dibêje: “Li vier paşeroja min nîne. Lewma dixwazin careke din xwe li vê riyê bidim. Ez ne poşman im ku çûme lê xemgînim min zarokê xwe wenda kir.”

 

Keştî ya Romanyayî bûye

 

Piştî bûyerê Nûnerê Federasyona Seranserî ya Penaberan a Iraqê li Tirkiyê Roj Ezîz Kerîm got: “Keştî ya Romanyayî bûye. Di keçtiyê de cihê 40 kesan hebû lê kaptan 82 kes bar kirine.”

 

Bi gotina Kerîm, piştî bûyerê kaptan jî diyar nebûye. Lewma dibe kaptan bi tevê 11 kesên din xwe gihandibibne Romanyayê.  

 

220 koçberên kurd li Tirkiyê girtî ne

 

Roj Ezîz Kerîm dibêje: “Rewşa koçberan li Tirkiyê pir xirabe. Di nav 3 mehand e 2 hezar û 500 penaxwaz hatine girtin. Ji van 220 kurd in. Tirkiye gefa dadgehkirinê li wan dixwe. Hinekan jî bi pere azad dike û ji bo her penaberekî jî 1000 dolar werdigre.”

 

Tirkiye koçberên Başûrê Kurdistanê dişîne Sûriyê

 

Tirkiyê di van demên dawî de 280 koçberên kurd ên Başûrê Kurdistanê radestê Sûriyê kirin. E^v koçber roja 01-10-2017ê gihiştine Başûrê Kurdistanê.

 

Koçberên ku li Tirkiyê hatibûne girtin, xwe weke Sûriyeyî dabûne naskirin û di 13 û 28ê Îlona îsal Tirkiyê ew radestê Sûriyê kiribûn.

 

Heta niha çarenivîsa 9 kesan ne diyar e, ku ew ketine destê rêxistina Tehrîr el Şam anku Bereya Nûsre.

 

Nûnerê Federasyona Seranserî ya Penaberan a Iraqê li Tirkiyê Roj Ezîz Kerîm diyar dike: “Piraniya koçberên têne giretin xwe weke Sûriyeyî didin naskirin. Lewma Tirkiye wan dide Sûriyê û jiyana wan dikeve metirsiyê.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst