Ocalan: Li şûna Ewropayê, ez Îmraliyê hildibijêrim

17-09-2025
Nîşan Abdullah Ocalan Îmrali Ewropa Ciwan Koç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya dawî ya bi Heyeta Îmraliyê re bangî ciwanên ku çûne Ewropayê kir ku vegerin welêt û got, “Li şûna Ewropayê, ez Îmraliyê hildibijêrim."

Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê 28ê Tebaxê li Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), di hevdîtinê de gelek mijarên sereke hatine gotûbêjkirin û Ocalan derbarê wan ciwanên ku koçî Ewropayê dikin axiviye.

Ocalan gotiye, divê ciwan jiyana xwe li welatê xwe ava bikin û ji axa xwe dûr nekevin.

Ocalan rexne li wê yekê girtiye ku xelkê Riha, Agirî û parêzgehên din naxwaze li herêmên xwe bimîne û ragihandiye, ev rewş ji ber “polîtîkayeke bizanebûn a dûrxistinê” çêdibe.

“Divê deynê ax û çanda xwe bidin”

Ocalan gotiye, divê ev yek bi hûrgilî bê nîqaşkirin ku çima xelk dev ji welatê xwe berdide û aniye zimên:

"Li şûna Ewropayê, ez vir, yanî Îmraliyê, hildibijêrim. Ez pir eşkere dibêjim, divê deynê ax û çanda xwe bidin.

Ez wan ji bo vê yekê teşwîq dikim. Di vê pêvajoyê de, yek ji armancên min ew e ku vegera hêja ya ji xerîbiyê ya li welêt misoger bikim."

Ocalan gotiye her wiha destnîşan kiriye ku divê ew Kurdên li Ewropayê, çand, ziman û civaka xwe ava bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst