Silêmanî (Rûdaw) – Navîna meha Hezîranê ya îsal, yekem barê petrola Kerkûkê gihişte Îranê. Ev destpêka rêkeftineke mezintir bû di navbera Bexda û Tehranê de daku êdî bendera Ceyhan a Tirkiyê, rawestgeha gihandina petrola Kerkûkê bo bazarên cîhanê nebe, lê piştî çar mehan, qonaxa nû ya cezayên Amerîkayê bo ser Îranê her tişt guherand.
Berpirsekî îdareya Kerkûkê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, dibêje ku haya wî ji biryarên nû yên li ser dûrketina ji Îranê û qedexekirina şandina petrola Kerkûkê heye, "lê heta niha jî hatin û çûna tankerên veguhestina petrolê berdewam in û dibe ku heta roja destpêkirina cezayan raneweste".
Berî 16ê Cotmeha 2017an, rojane 300 hezar bermîl petrola Kerkûkê bi rêya boriyên petrolê yên Herêma Kurdistanê ve ber bi bendera Ceyhanê dihat şandin, lê êrişên Artêşa Iraqê û grûpên Heşda Şeibî yên ji bo dest bi ser Kerkûk û derdora wê de bigrin, desthilatdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser petrola wê deverê nehişt û Wezîrê Petrolê yê Iraqê li gel hevtayê xwe yê Îranê ji bo veguhestina petrola Kerkûkê rêkeftinek îmze kir.
Li gor rêkeftinê, di qonaxa yekem de rojane 30 hezar bermîl petrol bi tankeran ber bi Îranê re dihate şandin û piştre bi borî dest bi cîbicîkirina qonaxa duyem were kirin, lê belê roja 26ê Cotmeha îsal, ajansa Reuters belav kiriye ku biryara rawestandina petrola Kerkûkê li Waşingtonê derketiye.
Pisporê warê enerjiyê Dr. Bêwar Xinsî dibêje ku hikûmeta Bexdayê piştî 16ê Cotmeha 2017an ku hinardeya petrola Kerkûkê bo bendera Ceyhanê rawestand, nêzîkî 5 milyar dolar zirar kir û "niha dorpêçên Amerîkayê wisa kiriye ku Bexda bi xwe ji Herêma Kurdistanê daxwaz bike ku petrola Kerkûkê dîsa bi rêya boriya petrolê ya Kurdistanê ve were hinardekirin".
Lê belê ev hinarde weke ku Bêwar Xinsî dibêje, bê berdêl nabe û divê Bexda li hember wê, yan kirêya veguhestinê bide, yan jî hinek daxwazên Kurdan bi cih bîne “eger Bexda pere bide û ji bo şandina her bermîleke petrolê dolarek bide, ev rojane dibe 300 hezar dolar ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê”.
Destpêka meha Tîrmeha îsal, Wezîrê berê yê Petrolê yê Iraqê Cebar Liêbî ragihand ku bi mebesta şandina petrola Kerkûkê bi rêya bendera Ceyhanê, li gel Herêma Kurdistanê û Tirkiyê di gotûbêjan de ne û biryara hinardekirina petrola Kerkûkê bi rêya Tirkiyê ve, dikeve ser encamên gotûbêja navbera Bexda, Hewlêr û Enqerê.
Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî dibêje ku biryara nû ya Amerîkayê li cem xelkê Kerkûkê nebûye nûçeyeke germ, "çimku petrola Kerkûkê di ku derê re biçe û kî bikire jî, Bexda pereyê wê werdigire û Kerkûk ji bo xwe sûd nabîne", herwiha got "danûstandina navbera Hewlêr û Bexda ya ji bo veguhestina petrola Kerkûkê bi rêya boriya Kurdistanê ve derfetek e ji bo wê yekê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Bexdayê daxwaz bike ku pereyê petrolê ya petrodolar a Kerkûkê bide, lê gelo Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê yekê dike?".
Endamê PDKê yê li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Mihemed Kemal dibêje ku ew nizanin petrola Kerkûkê çi lê tê û çawa tê bikaranîn, "lê rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê her çawa be, ya baş ew e ku petrol bi rêya boriyê here, ji ber ku bi tanker kes nizane hîsab çawa ye û çiqas difiroşin".
Mihemed Kemal herwiha got: “Rêya boriyê, rêyeke yasayî ye û wê demê Encûmena Parêzgehê û xelkê Kerkûkê jî dikarin ji Bexdayê daxwaz bikin ku pereyê petrodolar bide.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse