Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber koça dawî ya Serokê berê yê Amerîkayê George H. W. Bush, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata wî û George W. Bush kir.
Peyama sersaxiyê ya Serokwrezîrê Herêma Kurdistanê bo malbata Bush:
Ji ber koça dawî ya Serokê berê yê Amerîkayê George Bush ê bav, taziye û sersaxiyê li malbata wî û bi taybetî li Serokê berê yê Amerîkayê Birêz George W. Bush û dost û hevalên wî re dikim. Di vê dema giran de hevsoz û hevxemê wan im, Xwedayê mezin dilniyayî û sebrê bide hemûyan.
Rêz û pêzanînên mezin ên gelê Kurdistanê ji bo rola Serok Bush ê bav heye ku di sala 1991ê de rola sereke li sepandina devera dijefirîn li Herêma Kurdistanê dît û xelkê Kurdistanê ji sitem û dijminahiyên rejîma Beisê parast û bû sedema vejîna Herêma Kurdistanê. Serok Bush ê bav her dem dê di bîranînên gelê Kurdistanê de zindî bimîne.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
2ê Kanûna 2018an
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse