Nêçîrvan Barzanî: Salih Mislim jiyana xwe ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd derbas kir

11-03-2026
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Sersaxî Salih Mislim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî da malbata Salih Mislim û got, “Salih Mislim jiyana xwe ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd derbas kir.”

Endamê Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê û hevserokê berê yê PYDyê Salih Mislim vê êvarê li Hewlêrê koça dawî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawî ya hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim peyameke sersaxiyê belav kir û sersaxî ji malbata Salih Mislim û gelê Kurd re xwest û hevsoziya xwe anî ziman.

Nêçîrvan Barzanî derbarê rola wî Salih Mislim de got:

"Xwedêjêrazî Salih Mislim jiyê xwe di xebata siyasî de ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd derbas kir.

Wekî lîderekî diyar ê Kurd li Sûriyeyê, di qonaxên cuda yên tekoşînê de xwedî rolek berbiçav bû.

Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku canê wî bi rehm û dilovaniya xwe şa bike, hedar û aramiyê bide malbat û dostên wî.”

Salih Mislim li Hewlêrê koça dawî kir

Hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim, îro di 75 saliya xwe de, li nexweşxaneya Meryemaneyê ya li Enkawayê ya Hewlêrê bi sedema nexweşiya gurçikan koça dawî kir.

Salih Mislim beriya niha li Silêmaniyê tedawî dibû lê roja 4ê Adara îsal ji ber xirabbûna rewşa wî ya tenduristiyê hatibû Hewlêrê.

Ofîsa Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, çavdêrî û dabînkirina hemû pêdiviyên tedawiya wî girtibû ser xwe.

Malbata wî dê cenazeyê Salih Mislim sibe  bibe Rojavayê Kurdistanê û li bajarê Kobaniyê were binaxkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst