Li Amedê drama malbateke ji rojavayê welêt: ‘Parsûyên wî zextê li dilê wî dikin’

02-12-2025
Abdulselam Akinci
Li Amedê drama malbateke ji rojavayê welêt / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Li Amedê drama malbateke ji rojavayê welêt / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Emir Elî Ciwanên Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Sûdan Mihemeda ku ji Hisîçayê koçberî taxa Şêx Şamilê ya navçeya Rezanê ya Amedê bûye, ji bo kurê xwe têkoşîneke mezin dide.

Kurê wê Emîr Eliyê 5 salî bi nexweşiya Skolyozê ji dayîk bûye.

Ji dayîkbûnê ve hestiyên pişta wî û hestiyên her du lingên wî xwar bûne.

Malbata Emîr heta niha 4 caran ew emeliyat kiriye û ji bo wan emeliyatan jî ketine bin deynekî giran, lewma ew emeliyat neçar mane ku li nexweşxaneyên taybet werin kirin.

Ji bo deynê xwe sivik bikin, Sûdan Mihemeda dayîka Emîr bi heqdestekî gelekî kêm li mala xwe gûzan dişikîne û bavê Emîr jî hemaliyê dike.

5 zarokên malbatê hene û ew bi zorê debara xwe dikin.

Malbat daxwaza alîkariyê dike ku ji bo tedawiya Emîr bibin alîkar, deynê xwe bidin û rewşa mala wan jî hinekî baştir bibe.

Mala ku tê de dimînin gelekî sar e û ji bo jiyana Emîr jî xeter e.

Li aliyekî mesrefa xwendina 4 zarokên din, li aliyê din nexweşiya Emîr pişta malbatê şikandiye.

Ew li benda alîkariya xêrxwaz û pêwendîdaran in.

Rojane 25 kîlo gûz dişikîne

Sûdan Mihemed li mala xwe ji bo deynên mesrefa emeliyata kurê xwe derxe bi heqdestekî gelekî kêm rojane 25 kîlo gûzan dişikîne.

Kurê Sûdanê, Emîrê 5 salî ji dayîkbûnê ve nexweşê Skolyozê ye.

Dema Emîr hatiye dinyayê hem her du lingên wî xwar bûne û hem jî movika pişta wî.

Emîrê biçûk heta niha du caran ji lingên xwe û du caran jî ji movika pişta xwe, bi giştî 4 caran emeliyat bûye.

Bi du emeliyatan her du lingên Emîr baş bûne lê pişta wî hîn jî wekî xwe ye û dibe ku gelek carên din jî were emeliyatkirin.

"Parsûyên wî zextê li dilê wî dikin"

Dayîka Emîr, Sûdan Mihemedê li ser nexweşiya kurê xwe got:

"Nexweşiya wî pir zor e. Eger em wî emeliyat nekin Xwedê neke parsûyên wî dikevin ser dilê wî û zextê li pişika wî dikin.

Hîn jî tedawiyeke dûvdirêj maye. Dê çend carên din emeliyat bibe em jî nizanin.

Doktor bi xwe jî got, 'Ez nizanim'."

Malbata hejar ji bo emeliyatên Emîr ketiye bin deynekî giran.

Ji bo barê deynan li xwe sivik bikin jî bavê malê hemaliyê dike, dayîka malê jî di jûra sar a malê de gûzan dişikîne.

"Me zêr û dolar deyn kirin"

Sûdan Mihemedê wiha behsa rewşa xwe ya aborî kir:

"Ji bo tedawiya lawikê min me pir deyn kir.

Me zêr deyn kirin, me dolar deyn kirin, me pereyên Tirkî deyn kirin.

Rojê torbeyek gûz dişikînim, torbeyek 25 kîlo ye ez bi 250 lîreyên Tirkî dişikînim.

Derdora 400-500 hezar lîreyê xelkê li me ye.

Em dixebitin dibêjin belkî em van deynan hinekî li xwe sivik bikin."

Şert û mercên malbata Emîr ji bo jiyana kesekî nexweş qet ne guncav in.

Xaniyê wan gelekî sar e û derfeta wan jî nîne.

Dayîka Emîr got, "Em dixwazin hema bila însanek alîkariya me bike. Vî lawikî hinekî ji vê rewşê xilas bike. Destekî bidin me, mesrefan li me sivik bikin."

Pispor çi dibêjin?

Bijîşk dibêjin çareseriya Skolyozê heye lê ji ber mesrefên giran ên tedawiya vê cure nexweşiyê, malbatên kêmderfet zehmetiyeke mezin dikişînin.

Ortopedîst Doç. Dr. Azad Yildirim wiha axivî:

"Eger milê zarokan li aliyekî xwar be divê malbat bikevin şikê û tedawiyê bidin destpêkirin.

Skolyoz xwarbûna stûna piştê ye. Ew xwarbûn eger di ser 10 pileyan re be em jê re dibêjin ev skolyoz e.

Em jê re dibêjin konjenîtal an jî sendromîk.

Sedema vê jî tam nayê zanîn lê ji dayîkbûnê ve ev çêdibe, navê wê jî skolyaza konjenîtal an jî sendromîk e."

Niha dayîka Emîr, Sûdan bi xeyala rojekê ku barê ser milên wê sivik bûye û Emîr jî bi giştî gihîştiye tenduristiya xwe, ji xêrxwaz û pêwendîdaran li benda alîkariyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst