Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê got, “Nîşandana me ya wekî PKKyê ji binî şaş e. PKK li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne çalak e."
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Îlham Ehmed li Marsîlyayê di civîneke gel de axivî û diyar kir ku bi entegrasyonê mumkin e hemû gel bi hev re bijîn.
Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê bi beşdariya Îlham Ehmedê hevdîtineke gel hat lidarxistin.
Gelek kesên ji Marsîlya û bajarên derdorê beşdarî hevdîtina li Salona Place des Rosesê bûn.
Îlhamê di hevdîtinê de axaftineke li ser nirxandinên derbarê Rojava û Sûriyeyê kir.
Îlham Ehmedê bal kişand ser yekîtiya Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê û got, “nêrînên cuda dewlemendî ne” û bang li beşdaran kir ku ruhê biratiyê di navbera hemû partiyên Kurdan de biparêzin.
“Em li dijî parçebûnê ne”
Siyasetmedara Rojavayî, pêbendiya xwe ya bi yekparçeyiya axa Sûriyeyê re ducare kir û diyar kir ku ew li dijî projeyên parçebûnê ne û ew pêbendî Peymana 10ê Adarê ne û got:
“Paşeroja Sûriyeyê bi çarçoveyeke destûrî mumkin e ku tê de gel li ser bingeha wekhevî û dadmendiyê bi hev re bijîn.”
Wê her wiha diyar kir, “Tevî helwestên carinan avaker ên Tirkiyeyê, operasyonên leşkerî gefê li aramiyê dixwin û ewlehiya sivîlan dixin xeterê.”
“Ji binî şaş e”
Îlham Ehmedê nirxandinên derbarê têkildarkirina Rojavayê Kurdistanê bi PKKyê re wiha şîrove kirin:
“Nîşandana me wekî PKKyê ji binî şaş e. PKK li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne çalak e."
Wê diyar kir ku ew “bi rêyên çareseriya aştiyane bawer dikin” û anî zimên, “Bi entegrasyonê mumkin e ku hemû gelên li Sûriyeyê bi hev re bijîn.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse