Li Amedê polîsan li ciwanekî Kurd ku dixwest bigihîje nimêjê dan

03-01-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Tundiya Polîsan Emre Elaltunterîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezan a parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê polîsan li ciwanekî Kurd ku dixwest bigihîjhe nimêjê dan. Parêzgariya Amedê ragihand ku 2 polîsên tevgera taybet ên ku hat tespîtkirin li navçeya Rezanê li dijî ciwanê bi navê Emre Elaltunterîn tundî bi kar anîne ji wezîfeyê hatin dûrxistin û derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li navçeya Rezan a Amedê ciwanê bi navê Emre Elaltunterîn dema ku diçû nimêja şevê ji aliyê polîsên tevgera taybet ve ji bo kontolê hat rawestandin, ji ber ku got ji nimêjê dereng maye rastî lêdanê hat. Piştî belavbûna dîmenên tundiya polîsan li ser medya civakî, bû sedema bertekan.

Li gorî dîmenan li ser pirsa polîsan a “Tu ji çiyê xwe bawer dikî”, Elaltunterin jî got “Ez ji Xweda bawer dikim”, piştre polîs şîmaq lê dixin.

Parêzgariya Amedê di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand “2 personelên ku hat tesbîtkirin ku dema hewl dane kes bi hêza xwe bêbandor bikin hêzeke bê hevseng bi kar anîne, ji kar hatin dûrxistin û der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst