Li Xarpêtê erdhej çêbû

03-01-2026
RÛDAW
Nîşan Xarpêt Erdhej Baskîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Baskîlê ya parêzgeha Xarpêta ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,7 pileyan erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Baskîlê ya Xarpêtê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 20:27an çêbûye û hêza wê 4,7 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 9,85 kîlometre bûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Dronek / Wêne: Rûdaw Grafîk

Li Dêgeleyê êrişa dronî: Kampa ku jin û zarok lê dimînin hat bombebarankirin

Endamê Desteya Kargêrî û Berpirsê Navenda Pêşmergeyan a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Kawe Behramî ji Rûdawê re ragihand