Avahiya nû ya Zanîngeha Kobaniyê vebû

03-03-2024
RÛDAW
Nîşan Zanîngeha Kobaniyê Avahiya Nû Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Avahiya nû ya Zanîngeha Kobaniyê îro bi şahiyeke mezin hat vekirin.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, sala 2018an dest bi xebatên lêkirina avahiya nû ya Zanîngeha Kobaniyê kir lê piştî demekê navber da xebatan.

Rêveberiya Xweser, par bi projeyeke nû biryara berdewamkirina xebatên lêkirina zanîngehê da.

Avahiya zanîngeha Kobaniyê îro bi amadebûna mamoste û berpirsên zanîngehê, bi şahiyeke mezin hat vekirin.

Herwiha bi sedan şêniyên bajarê Kobaniyê û xwendekar beşdarî merasîma vekirina navenda nû ya Zanîngeha Kobaniyê bûn.

Avahiya nû ji 3 beşan pêk tê, 2 beş ji bo xwendekaran û beşek jî ji bo rêveberiyê ye.

Herwiha ji bo 400 xwendekarî pirtûkxane, laboratuar û cihê xwendinê hatin avakirin.

Zanîngeha Kobaniyê nêzîkî 3 hezar xwendekaran dihewîne û ew zanîngeh li bajarê Kobaniyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst