Partiya Komunîst a Kurdistanê: Banga Ocalan girîng e lê em tevî hinek pêşniyarên wî nabin

03-03-2025
RÛDAW
Nîşan Partiya Komunîst a Kurdistanê Banga Ocalan PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) ragihand ku ew girîngiyê bi banga Ocalan didin lê tevî hinek pêşniyarên wî nabin.

Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) her wiha ragihand ku banga Ocalan û helwesta PKKyê rê li ber çareseriya demokratîk a aştiyane ya pirsgirêka Kurdan vekir.

Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwestibû ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne.

Komîteya Birêvebir a PKKyê jî 1ê Adarê li ser banga Ocalan daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew dê girêdayî banga Ocalan bibin û li gorî pêwîstiyên wê tevbigerin.

Partiya Komunîst a Kurdistanê di civîna xwe ya Meclîsa Partiyê ya 2ê Adarê de banga Rêberê PKKyê Ocalan û pirsgirêkên siyasî û rêxistinî nirxandin.

KKPyê amaje bi yekê kir banga Ocalan û helwesta PKKyê rê li ber çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê vekir.

KKPyê da zanîn ku ew ji gelek aliyan ve girîngiyê didin banga Ocalan lê ew tevî van dîtin û pêşniyarên Oclan nabin, “Çareseriyên netew-dewlet, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên çandî yên cuda nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibin bersiv.”

Partiya Komunîst a Kurdistanê tekez kir ku Kurd jî neteweyek e û wekî her miletî mafê wan heye ku xwe bi awayekî federal, otonom û serbixwe bi rê ve bibin.

KKP her wiha diyar kir banga Ocalan ne tenê ji PKKyê re her wiha ji dewlet û desthilatda Tirkiyeyê re jî tê kirin.

“Em hêvî dikin banga Ocalan rê li ber çareseriya demokratîk veke”

Encama civîna Partiya Komunîst a Kurdistanê wiha ye:

“I – Em hêvî dikin ku banga birêz Ocalan ji bo gelê me bibe derfeta encamên sûdmend û bi taybetî jî rê li ber çareseriya aştiyane ya demokratîk a pirsgirêka Kurdan veke.

Rêveberê PKKyê bersiva banga Ocalan da û wiha got, Em wekî PKKyê bi naveroka bangawaziyê bi vî rengî razî ne û em diyar dikin ku em dê daxwazên bangawaziyê ji aliyê xwe ve bi cih bînin. Lê em dixwazin destnîşan bikin ku divê siyaseta demokratîk û zemînên hiqûqî jî ji bo serkeftinê guncav bin.’

“Banga Ocalan û helwesta PKKyê rê li ber çareseriya demokratîk vekir”

II – Têkoşîna azadiya neteweyî ku ev zêdetirî 100 salî ye berdewam dike, bedelên gelekî giran ku gelê me di vê pêvajoyê de daye, zererên giran ên canî û wêrankirina aborî ya ku şer ji bo hemû gelan aniye! Ev hemû demeke dirêj e ku çareseriya lezgîn a pirsgirêka Kurd ferz dikin.

Banga Ocalan û berteka PKKyê rê li ber çareseriya demokratîk a aştiyane ya pirsgirêka Kurd/Kurdistanê vekir. Ji niha û pê de gog li qada dewletê ye! Bang ne tenê ji PKKyê re, ji dewlet û Tifaqa Komar re jî tê kirin.

Dewlet êdî bi hinceta di mijara pirsgirêka Kurd de bi zexta çekan nikarim gavan biavêjim nema. Lewma banga me ji dewlet û Tifaqa Komar re, divê propagandaya `We dît, me perçiqand, me qedand, ew dê teslîm bibin` bi dawî bibe.

Divê pêşî li daxuyaniyên bi vî rengî yên provokatîf bê girtin. Çarçoveyek ku li ser çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd be, divê di zûtirîn dem de bi raya giştî re bê parvekirin!

“Deriyê çareseriyê bi banga Ocalan hat vekirin”

III – Şêl û navgînên têkoşînê, encamên tekoşîna rizgariya netewî ya Kurd in! Sedem jî çaresernekirina pirsgirêka Kurd e. Em bang li dewletê dikin ku li şûna bikaranîna rêbazên şer, pirsgirêka sereke ya Kurd bi xwe li ser bingeheke aştiyane ya demokratîk çareser bike.

Ev derî bi banga Ocalan hat vekirin. Heta ku pirsgirêka Kurdistanê çareser nebe, gelê Kurd dê her tim rêbazên nû yên têkoşînê biafirîne.

Amûrên têkoşîna azadiya netewî ya Kurd li gorî şert û mercan diguhere. Armanca ku nayê guhertin ew e ku gelê Kurd bigihê federasyon, xweserî, û hwd. Dê bi çi rengî dibe bila bibe, statuya siyasî-cografîk wê bistîne.

“Em girîngiyê bi banga Ocalan didin lê tevî hin pêşniyaran nabin”

IV – Em ji gelek aliyan ve girîngiyê didin banga Ocalan lê em tevî van dîtin û pêşniyara nabin, “Encama pêwîst a teriqîna netewperest a tund, Çareseriyên netew-dewlet, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên çandî yên cuda nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibin bersiv.” Em bi vê biryarê razî nabin, ji ber ku Kurd jî neteweyek e û wekî her miletî mafê wan heye ku xwe bi awayekî federal, otonom û serbixwe bi rê ve bibin.

“Kêşeya Kurdan pirseke netewe û welat e”

V – Dewlet û Hevbendiya Komarê, pêngavên ku wê ji bo demokratîkbûn û pêşketinên hiqûqî bavêjin girîng in, dê tevkariyê li çareseriya pirsgirêka Kurdistanê bikin, zemînê amade dikin lê çareser nakin!

Ji ber ku kêşeya Kurd pirseke netewe û welat e. Ji ber vê sedemê em wek gavên pêşî yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd van pêşniyaran dikin;

*Di Destûra Bingehîn a nû di rojevê de ye bila gele Kurdan weke netew bê naskirin.

*Bila ji dibistana seretayî heta zanîngehê perwerdeya bi zimanê dayikê bê dayîn. Kurdî ji bilî Tirkî wekî zimanê fermî yê duyemîn bê pejirandin.

*Bê şert û merc serbest berdana girtiyên siyasî.

*Pêşxistina têkiliyên dostane bi Rêveberiya Xweser Bakûrê Rojhilat a Sûriyê re.!

*Ji bo van hemûyan di zûtirîn demê de bên nîqaşkirin, divê pirsgirêka Kurdan li Meclîsa Giştî ya Tirk ji bo çareseriyê nîqaş bên kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst