Şirnex (Rûdaw) - Şaredariya Şirnexê piştî 15 salan di vê hilbijartinê de ji destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derket û kete destê Ak Partiyê. Parlamenterekî HDPê dibêje dewletê 8 hezar polîs û leşker anîne Şirnexê û deng bi wan dane bikaranîn. Lê Serokê Ak partiyê jî van îdiayên HDPê red dike û dibêje xelkê Şirnexê ji bo aramiyê dengê xwe daye Ak Partiyê.
Bajarê Şirnexê ku 3 serdem bû şaredariya wê di destê HDPê de bû, bi encama xwe ya hilbijartinan bû rojeva sereke ya Kurdan.
Di vê hilbijartinê de şaredarî ji destê HDPê derket û bi rêjeya ji sedî 61 kete destê Ak Partiyê.
Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz ji Rûdawê re diyar kir: “Ji 24ê Hezîranê heta 3 meh berê nêzî 8 hezar dengên hilbijêrên Şirnexê zêde bûne. Roja hilbijartinê bi seyareyan ew ji derveyî Şirnexê anîn vê derê û dengê xwe dan. Îro dîsa dê biçin. Belkî çûbin jî. Ne li vir in. Nêzî bi dehan dibistanên me yên Qileban, Silopî û nava Şirnexê bi xwe dabûn leşker û polîsan. Li wir radizan û radibûn. Yanî ji bo hilbijartinê hatibûn.”
Di hilbijartina 24ê Hezîrana 2018an de hejmara hilbijêrên Şirnexê 32 hezar bû lê di 31ê Adarê de ev hejmar ji 39 hezar kesan zêdetir bû.
Serokê Ak Partiyê yê Şirnexê Îbrahîm Halîl Erkan dibêje: “Nexêr. Bi zorê û bi dengê leşker û polîsan me ev der bi dest nexistiye. Niha ferqa me standî nêzikî 10 hezar ferq e. Ger ser bi ser biçûya, ji sedî 50 sedî 50 bûya dikaribûn van tiştan bibêjin. Lê tiştekî wisa qet tune ye. 19 şaredariyên Şirnexê hene û me Ak Partî ji van 15 şaredariyan me bi dest xist. Miletê me li gorî dilê xwe, ji bo aramiyê dengê xwe li gorî kêfa xwe dan. Tiştekî wisa qet nîn e.”
Di vê hilbijartinê de ne tenê bajarê Şirnexê 14 navçe û bajarok jî ketin destê Ak Partiyê. HDPê tenê navçeyên Cizîr, Silopî, Hezex û bajaroka Gundikê Melê bi dest xist. Lê hejmara encûmenên bajêr û meclisa şaredariya Şirnexê jî bi hejmareke zêde HDPê bi dest xist.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse