VÎDEO – Li Colemêrgê 5 kes li zarokekî biçûk dixin: Dîmen bûn rojev

03-04-2024
Dema li wî zarokê dixin: Wêne: Ji ber dîmenan
Dema li wî zarokê dixin: Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Colemêrg Zarok Polîs Şkence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Colemêrgê 5 kêsên ku tê gotin polîsên sivîl in, zarokekî biçûk diavêjin erdê û wî didin ber kulm û pehînan.

Ev dîmen di demeke kurt de li torên civakî belav bûn û ketin rojevê.

Piştî ku li Wanê mafê Abdullah Zeydan ê şaredarbûnê hat betalkirin li sernaserê Bakurê Kurdistanê gelek protesto hatin kirin.

Polîsan li gelek deveran êrişî xelkê kir.

Yek ji wan deverên ku protesto hebûn jî Colemêrg bû.

Li Colemêrgê jî xelk daket kolanan û ev biryar protesto kir lê polîsan li Colemêrgê jî êrişî xelkê kir.

Dema protesto berdewam dikin, 5 kes zarokekî biçûk li erdê gêr dikin û wî didin ber kulm û pehînan.

Tê gotin ku ew her pênc kes polîsên sivîl in.

Li hêla din, piştî Wan û Bedlîsê li Colemêrgê jî hemû çalakî û xwepêşandan maweyê 15 rojan hatin qedexekirin.

Çi bûbû?

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an li Wanê bû yekem.

Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bû duyem.

Lê Lijneya Hilbijartinan a Bajêr mazbataya şaredarbûnê da namzedê AK Partiyê.

Xelk piştî vê biryarê li Wanê û gelek deverên Bakurê Kurdistanê daket kolanan û polîsan êrişî xelkê kir.

Herwiha gelek aliyên siyasî û kesayetên darîçav jî bertekên tund nîşanî vê biryarê dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst