Hewlêr (Rûdaw) - Mêşvan piştî germbûna hewayê şaneyên xwe dibin zozanên parêzgeha Agiriya Bakurê Kurdistanê.
Îsal rêjeya baranê baş bû û zozan û mêrgên Agiriyê bi gul û kulîlkên rengrengî xemilîne. Zêdebûna kulîlk û şînahiyê kêfa mêşvanan xweş kiriye lewra bihêzbûna xwezayê sûdeke mezin digihîne mêşên wan.
Mêşvanên ku zivistana îsal zêde sar nebû li bajarên wan, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêdî hêdî li zozanên Agiriyê bicih dibin û şev û roj xizmeta şaneyên xwe dikin.
Mêşvan heta meha Îlonê bi şaneyên xwe re li zozanan dimînin û piştî hingivên xwe diguvêşin şaneyên xwe vediguhezînin navçeyên ku zivistanê germ in.
Mêşvan piştî germbûna hewayê şaneyên xwe dibin zozanên parêzgeha Agiriya Bakurê Kurdistanê.
Îsal rêjeya baranê baş bû û zozan û mêrgên Agiriyê bi gul û kulîlkên rengrengî xemilîne. Zêdebûna kulîlk û hêşinahiyê kêfa mêşvanan xweş kiriye, lewra bihêzbûna xwezayê sûdeke mezin digihîne mêşhingivên wan.
Mêşvanên zivistan li bajarên germ ên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê derbas kirin, hêdî hêdî li zozanên Agiriyê bicih dibin û şev û roj xizmeta şaneyên xwe dikin.
Mêşvan Cihan Altin got, “Îsal li gor sala par curên nebatan ji %50 zêdetir e. Ji ber curên nebatan zêdene keskahî jî zêde ye. Em çaverê dikin berhema me ya hingiv li gor sala par %30-40 zêdetir be. Pileya germê 26-27 e û ev bo mêşan û pirbûna mêşan gelek baş e. Carinan roj derdikeve û carinan baran dibare ev jî bo me baş e.”
Mêşvan heta meha Îlonê bi şaneyên xwe re li zozanan dimînin û piştî hingivên xwe diguvêşin şaneyên xwe vediguhezînin navçeyên ku zivistanê germ in.
Mêşvan Engin Can anî ziman, “Ez li vêderê dimînim. Ev der cihê min ê mayînê ye û ev jî cihê xebatê ye. Mêşên me jî li vêderê ne.”
Li Agiriyê ji bilî mêşvanên ji derveyî bajêr tên 370 mêşvan û 24 hezar û 783 şaneyên hingiv hene û salane 285 ton hingiv tê berhemanîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse