DEM Partî: Li Herêma Kurdistanê dê ji bo danîna çekan gaveke dîrokî were avêtin

03-07-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî PKK Danîna Çekan Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand ku di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de ew li ber qonaxeke nû û girîng in û got, “Em dê di nava hefteya bê de bibin şahidê gaveke dîrokî.”

Berdevka Partiya Gelan Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Doganê piştî civîna Desteya Birêvebiriya Navendî (MYK) a partiya xwe civîneke çapemeniyê saz kir û derbarê qonaxa dawî ya pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurdan axivî.

Ayşegul Doganê ragihand ku ew di pêvajoyê de derbasî qonaxeke nû dibin û anî ziman:

“Li gorî agahiyên bi me re hatine parvekirin, em dê di nava hefteyekê de bibin şahidê gaveke dîrokî.”

Doganê da zanîn ku ev gav dê li gorî biryarên kongreya PKKyê ya derbarê danîna çekan be û diyar kir ku  dê li Herêma Kurdistanê pêk were.

Berdevka DEM Partiyê destnîşan kir ku Tirkiye heta ku aştiya xwe pêk neyne nikare demokratîk bibe û got, “Em êdî dikarin bibêjin ku em derbasî qonaxeke nû dibin.”

Doganê derbarê hûrgiliyên gava çaverêkirî got:

“Agahiya ku bi me re hatiye parvekirin ew e ku dê li Herêma Kurdistana Îraqê be.

Ka dê li Hewlêrê be yan Silêmaniyê, heta niha ne zelal e lê ev ne girîng e.

Ya girîng ew e ku em nêzîkî kêliyeke wiha dîrokî dibin û hemû alî tişta ku pêwîst e bikin ji bo ku şer bi dawî bibe û rewşa aştiyê bibe mayînde.”

Ayşegul Dogan bal kişand ser girîngiya avakirina komîsyona pêvajoyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê û da zanîn:

“Em wekî DEM Partiyê dixwazin ku ev komîsyon li ser bingeheke yasayî were avakirin.

Komîsyoneke ku bi yasayê were damezirandin, dê di warê kar û xebatê de bi bandortir be û encamên mayînde bi xwe re bîne.”

Berdevka DEM Partiyê her wiha diyar kir ku divê ev komîsyon pirdeng be, beşdariya partiyên ku li parlamentoyê nînin jî misoger bike û bi rêya jêrkomîsyonan derfetê bide beşdariya pispor û nûnerên civaka sivîl û daxwaz kir ku berî parlamentoyê bikeve betlaneyê, divê ev komîsyon bilez were avakirin û dest bi kar bike.

“Em li bendê ne ku Ocalan peyamekê bişîne”

Li ser pirsa ka dê ji Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan peyamek hebe yan na Ayşegul Doganê got:

“Em li bendê ne ku di nava çend rojên bê de Birêz Ocalan derbarê vê mijarê daxuyaniyekê bide an jî peyamekê bişîne.

Em hêvî dikin ku peyam bi dîmen be, ji ber ku di nava civakê de jî bendewariyeke wiha heye û ev yek dê alîkariyeke mezin bide pêvajoyê.”

Doganê ew nûçe û agahiyên ku tê gotin “merasima danîna çekan hatiye kirin û dê dîmenên bên weşandin”  jî red kir û anî ziman:

“Agahiyeke me ya wisa nîne. Em wekî DEM Partiyê van agahiyan piştrast nakin.

Em li bendê ne ku ev pêşhat di nava hefteya bê de pêk were.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst