PYD: Şamê dest bi girtina Kurdan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyeyê li Şamê dest bi girtina Kurdan kirin û heta niha zêdetirî 30 kes hatine girtin.

PYDyê xwest ku girtî bi lez bên berdan.

Hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyeyê ev çend roj in li Şama paytexta Sûriyeyê, bi taybetî li taxên Kurdan ên wekî Ruknedîn û Zoravayê, dest bi girtina welatiyên Kurd kirine.

 Li gorî zanyariyan, heta niha zêdeyî 30 welatî û berpirsên Kurd hatine girtin.

Hate zanîn ku piraniya kesên ku hatine girtin bi otomobîlên xwe yên bi plaqeyên Rojavayê Kurdistanê çûbûn Şamê.

Partiyê derbarê vê yekê de daxuyaniyeke tund belav kir û ragihand ku ew bi dilgiranî rewşê dişopînin.

PYDyê ev pêla girtinê wekî "gurkirina ewlehiyê ya metirsîdar" bi nav kir.

“Endamên me bê hincet hatine girtin”

Di daxuyaniya PYDyê de hat eşkerekirin ku herî dawî 3 endam û berpirsên wan ên  bi navên, Ebdulrehman Ferhan Ferhan, Omer Elî Kedro, Mihemed Nezîr Cemîl Ebdulah û rojnameger Hesen Zaza jî hatine girtin.

PYDyê tekez kir ku ev kes "bêyî ku sedemên wê bêne zanîn, bêyî ti rêkarên hiqûqî û bêyî ti hinceteke yasayî" hatine girtin û ev yek dijî qaîdeyên herî bingehîn ên dadwerî û mafên mirovan e.

"Hikûmeta Şamê berpirsiyar e"

PYDyê di daxuyaniya xwe de Hikûmeta Sûriyeyê bi temamî berpirsiyar dît û derbarê encamên van kiryaran ên li ser aştiya civakî hişyarî da.

Her wiha hate gotin ku ev pêla girtinê cuda ye ji binpêkirinên ku li herêmên dagirkirî ku ji aliyê komên wek "Hemzat" û "Amşat" ve tên kirin ne cuda ye.

Partiyê bang li aliyên fermî yên li Şamê kir ku bi lez van polîtîkayên ewlehiyê rawestînin û hemû girtiyan serbest berdin.

PYDyê her wiha bangî hêzên niştimanî û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî kir ku li hemberî van binpêkirinan bêdeng nemînin û ji bo lêpirsînê bikevin nava liv û tevgerê.

Li aliyê din, hat zanîn ku rojnameger Hesen Zaza yê beriya bi hefteyekê hatibû desteserkirin îro hat azadkirin.