Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Parastina Rojnamegeran a Navneteweyî (CPJ) desteserkirina rojnamegerê Kurd Hesen Zaza şermezar kir û bangî Hikûmeta Sûriyeyê kir ku rojnamegerê Kurd Hesen Zaza bi lez serbest berde.
CPJyê girtina rojnameger Zaza wekî "beşek ji siyaseta sîstematîk a tirsandina rojnamegeran" bi nav kir.
27ê Hezîrana 2025an, hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyeyê li Şamê bi ser mala rojnameger Hesen Zaza de girtibû û ew desteser kiribû.
Rojnameger Hesen Zaza, Endamê Desteya Giştî ya Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û nûnerê Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanên Ereb ên Sûriyeyê ye.
Her wiha ew xwediyê malpera nûçeyan a Nus Sosyalê ye.
"Divê cihê wî bê eşkerekirin"
Koordînatora Bernameya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya CPJyê Sara Qozatê got:
"Divê desthilata Sûriyeyê tavilê cihê Hesen Zaza eşkere bike, ewlehiya wî misoger bike û hemû tohmetên ku ji ber karê wî yê rojnamegeriyê dijî wî hatine amadekirin betal bike."
Yekîtiya Ragihandina Azad jî di daxuyaniyekê de girtina Zaza şermezar kir.
Hikûmeta Sûriyeyê: Mijar ewlehî ye
Birêveberê Pêwendiyên Medyayî yê Wezareta Ragihandinê ya Sûriyeyê Mihemed Salih ji CPJyê re eşkere kir ku mijar girêdayî dilgiraniyeke ewlehiyê ye û ne bi karê wî yê rojnamegeriyê ve girêdayî ye.”
Mihemed Salih her wiha got, “Ez nehatime erkdarkirin ku zanyariyên zêdetir parve bikim, ji ber ku lêkolîn hîn jî berdewam dike.”
Berpirsê Hikûmeta Sûriyeyê amaje bi wê yekê jî kir ku eger tiştek li ser Zaza neyê îsbatkirin îhtimaleke mezin heta dawiya hefteyê were berdan.
Hesen Zaza Kurd e û beriya rûxîna rejîma Beşar Esed li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dima û di kanala Ronahî TVyê de kar dikir.
Hesen Zaza piştî ku desthilata Esed Kanûna Paşîn a 2024an rûxiya vegeriyabû Şamê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse