PWK: Birîna Kurdên Êzidî birîna hemû Kurd û Kurdistaniyan e

03-08-2025
RÛDAW
Nîşan PWK Komkujiya Êzidiyan Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) got, “Birîna Kurdên Êzidî birîna hemû Kurd û Kurdistaniyan e ji bo pêçandina birîna Kurdên Êzdî pêwîstî bi bernameyeke taybet heye.”

Îro di ser komkujiya Kurdên Êzidî re 11 sal derbas dibin ku li Şingalê bi destê DAIŞê zêdetirî 5 hezar Kurdên Êzidî hatin kuştin.

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî Şingalê kir û bi hezaran Kurdên Êzidî kuştin.

Bi hezaran jin û zarok hatin dîl girtin û revandin û bi sed hezaran kes jî koçber bûn.

Her wiha ji ber şer, ji sedî 80yê bajar û gundên Şingalê wêran bûn.

PWK bi minasebeta 11emîn salvegera Komkujiya Şingalê peyamek belav kir û got:

“Birîna jenosîda Şingalê ya xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî birîneke kûr e û ev birîna hemû Kurd û Kurdistaniyan e.

Heta niha jî gelek keç û jinên Kurdên Êzidî di destên DAIŞa hov de ne û çarenivîsa wan ne diyar e.

“Kurdên Êzidî nikarin vegerin cih û warên xwe”

Heta niha jî piranîya gelê me yê Êzidî ku mecbûr mane Şingalê terk bikin, nekarin vegerin cih û warên xwe.

Divê parlamento û Hikûmeta Herêma Kuristanê ji bo pêçandina vê birîna kûr û dijwar a xwişk û birayên me yên Kurdên Êzidî bernameyeke taybet amade bikin û bi cih bînin.

“Bila Neteweyên Yekbûyî jenosîda Kurdên Êzidî qebûl bike”

Em bangî Netewên Yekbûyî dikin ku vê komkujî û jenosîda Kurdên Êzidî bi awayî fermî qebûl bike.

Di salvegera 11mîn a jenosîd û komkujiya Şingalê ya xwişk û birayên me Kurdên Êzidî, em rêxistina hov û terorîst DAIŞê û hemû piştgirên wan careke din şermezar û rûreş dikin.

Em di salvegera 11mîn a jenosîda Şingalê de, hemû şehîdên vê jenosîdê bi giramî bibîr tînin, em xemxur û şirîkê hemû êş û birînên xwiş û birayên me yên Kurdên Êzidî ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst