Hewlêr (Rûdaw) - Çend Rêxistinên Civaka Sivîl ên Kurd û Sûriyê, giliyek di derbarê rewşa xerab ya mafê mirovn û qutkirina ava wêstegeha Elok ji aliyê Tirkiyê ve, aresteyê Netewên Yekbûyî kirin.
Roja 1ê Îlonê heft rêxistinên civaka sivîl (NGO), giliyek di derbarê rewşa xerab a mafên mirovan de li bakurê Sûriyê û navçeyên Kurdî yên ku ketine bin kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî û herwiha qutkirina ava wêstgeha Elok li ser Hesekê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ve, aresteyî 5 Biryarderên Taybet ên Netewên Yekbûyî kirin.
Ew rêxistinên civaka sivîl, qutkirina ava vexwarinê ya wêstgeha Elok ji aliyê Tirkiyê ve ji bo mebestên siyasî şermezar dikin û daxwazê ji Netewên Yekbûyî dikin, ku lêkolînekê li ser qutkirina ava wêstegeha Elok ji aliyê Turkiyê ve bike.
Serokê Rêxistina Pêl, Ferhad Ehmê ku ew rêxistin yek ji wan heft rêxistinan e gilî arasteyî NY kiriye, ji Rûdawê re ragihand, di giliînameyê de ew dibêjin ku ava wêstgeha Elok piştî dagîrkirina Serê Kaniyê, gelek caran hatiye qutkirin û “berpirsyarê qutkirina ava wê wêstgehê jî Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ne.”
Ferhad Ehmê da xuyakirin, wan di giliya xwe de daxwaz ji Netewên Yekbûyî kiriye, ku divê ew wêstgeh di destê rêveberiyeke sivîl û pispor de be û hemû xelkê navçeyên bakurê rojhilatê Sûriyê sûdê ji ava wê werbigrin.
Ehmê destnîşan kir, “giring e ku wêstgeha avê ya Elok ji kontrola Tirkiyê û komên çekdar bihê derxistin û di bin çavdêriyeke navdewletî de û bi rêvebiriyeke sivîl û pispor bihê birêvebirin, daku av li ser xelkê navçeyê neyê qutkirin.”
Li gor raportên navdewletî ji ber qutkirina ava wêstgeha Elok, zêdetirî 800,000 kes ji xelkê deverê û bi hezaran kes ji mişextên navxweyî yên li kampên wê herêmê dikevin bin fişara bê aviyê.
Herwiha di gilînameyê de amaje bi “dagîrkirina” navçeyên Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ve hatiye kirin û daxwaz ji Netewên Yekbûyî hatiye kirin, ku hebûna Tirkiyê li wan navçeyan weke “hêzeke dagîrker” nas bike.
Serokê Rêxistina Pêl, Ferhad Ehmê got di vê derbarê de got, “em di wê gilînameyê de daxwaz ji Netewên Yekgirtî dikin ku ji Tirkiyê bixwaze wan kiryaran rawestîne û ya duyem jî rewşa Tirkiyê û hebûna Tirkiyê li deverên Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê jî weke hêzeke dagîrkar destnîşan bike û pê re jî hemû erkên navdewletî ku li ser dagîrker hene, li ser Tirkiyê ferz bike û ji Tirkiyê bixwaze ku rêzê li hemû peymanên navdewletî bigire.”
Ji Cotmeha 2019 ve ku bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî û gundewarên wan ketin di bin kontrola Tirkiyê û komên çekdar de, çendîn caran ava wêstgeha Elok li ser xelkê Hesekê û bajarokên derdorê hatiye qutkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse