Serokkomarê Îraqê bangî aliyên siyasî kir ku “aramiya Kerkûkê” biparêzin

03-09-2023
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îraqê di peyameke xwe de bangî aliyên siyasî kir ku “aramiya Kerkûkê” biparêzin.

Li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê piştî ku alîgirên Heşdî Şeibiyê li dijî vegera PDKyê ya Kerkûkê rêya Kerkûk-Hewlêrê girtin, Kurdan jî li dijî girtina rêyên bajêr xwepêşandanek li dar xistin.

Serokkomarê Îraqê Abdulletîf Reşîd di daxuyaniya xwe ya li ser aloziyên Kerkûkê de got:

“Em bi nîgeraniyeke gelekî mezin çavdêriya rewşa parêzgeha Kerkûkê dikin.”

Li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê doh alozî di navbera xwepêşanderên Kurd û Ereb û Tirkmenan de derket.

3 Kurdan canê xwe ji dest da, 9 jî birîndar bûn

Di xwepêşandanan de gule li xwepêşanderên Kurd hat reşandin û 3 xwepêşanderên Kurd canê xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.

Vê yekê karvedanên tund ên serkirdeyên Herêma Kurdistanê li pey xwe anî.

Abdulletîf Reşîd di daxuyaniya xwe de herwiha anî ziman:

“Em her dem tekezî li ser israra xwe ya xurt a li ser pêkanîna aştiyê li seranserê welêt dikin.

Di heman demê de, em bangî hemû aliyên ku di van pêşhatên dilgiran de cih digirin dikin ku xwe ji gef û bikaranîna hêzê dûr bixin.

Her wiha em bangî hemû aliyan dikin ku berjewendiyên gel û aramiya welêt di ser her berjewendiyê re daynin.”

“Em rê nadin ku ev wêne were xirabkirin”

Abdulletîf Reşîd herwiha anî ziman:

“Kerkûk di paşerojê de û niha jî bûye sembola biratiya Iraqê û hemû civakan li hev kom dike û em rê nadin ku ev wêne were xirabkirin.”

Serokkomarê Îraqê bangî hikûmeta federal û hêzên ewlehiyê kir ku “Ji bo kontrolkirina rewşa bajêr, parastina ewlehî û serweriya qanûnê ya ji bo bidestxistina aştiyeke adil cidî bixebitin.”

Ev hefteyek e rêya Kerkûk-Hewlêrê ji aliyê hinek Ereb û Tirkmenan ve li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yên Kerkûkê hatiye girtin.

Piştî ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Heşdî Şeibî di Cotmeha 2017an de Kerkûk kontrol kirin, PDKyê baregehên xwe yên li bajêr girt.

Sê baregehên PDKyê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatine kontrolkirin ku di nav de baregeha Encûmena Serkirdayetiyê jî heye û li ser rêya Hewlêr-Kerkûkê ye.

Herî dawî gotegotek belav bûye ku Serokwezîrê Iraqê ferman daye hêzên ewlehiyê ku baregehên PDKyê vala bikin û radest bikin daku ew PDK careke din dest bi xebatên xwe yên siyasî bike.

Ev yek bû sedema berteka Hevpeymaniya Erebî, Heşdî Şeibî û Tirkmenan her ji ber vê sedemê rêya Hewlêr-Kerkûkê girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst