Silêmanî (Rûdaw) – Endama Serkirdatiya Niştimaniya Kurdistanê Bêgerd Talebanî ji Rûdawê re ragihand, ku roja pênşemiya vê heftiyê dê cenazeyê Mam Celal Talebanî bînin Kurdistanê.
Bêgerd Talebanî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got, roja pênşemiyê 5ê Cotmeha 2017ê dê cenazeyê serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji Almanyayê ve bo bajarê Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê bihê veguhastin.
Bêgerd Talebanî herwiha got, ku merasîma şîn û serxweşiya Talebanî dê li tevahiya Kurdistanê birêve biçe.
Derbarê birêveçûna merasimên sersaxiyê de, wê endama serkirdatiya YNKê da xuyakirin: Polîtboruya YNKê dê merasima bi ax spartina cenaze û serxweşiya Mam Celal rabigihîne.
Îro sêşemî 3ê Cotmeha 2017ê Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Celal Talebanî li nexweşxaneyekê li Almanyayê koça dawî kir.
Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî ji bo çareseriya pizîşkî roja 11-09-2017ê çûbû Almanyayê.
Îro berî nîvro hatibû ragihandin, ku rewşa tendirustiya Talebanî xirab bûye û pizîşkan ew xistibûn bin çavdêriyeke tund, lê belê danê serêvarî hat ragihandin, ku Talebanî piştî têkçûna rewşa wê ku ketibû komayê, canê xwe ji dest daye û koça dawî kiriye.
Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî, roja 17ê Kanûna 2012ê li Bexdayê krîza mejî derbas kir û rewşa wî ya tendurustiyê têk çû, paşê ji bo çareseriyê bo nexweşxaneyeke Almanyayê hat şandin û piştre çendîn caran bi heman mebestê bo Almanya û Nemsayê hat şandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse