Hamburg (Rûdaw) - Namzedê Yekîtiya Demokratîk a Xirîstiyanan (CDU) a Parlamentoya Almanyayê Alî Ertan Toprak got, “Ez hewl didim ku Kurd li Almanyayê bibin xwedî cihekî girîng.”
Namzedê Yekîtiya Demokratîk a Xirîstiyanan (CDU) a Parlamentoya Almanyayê Alî Ertan Toprak li Hamburgê ji nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re got:
“Yên ku li vir (Almanya) dijîn û baş fêrî jiyana vir bûne, divê li vir bimînin. Almanya bêyî penaberan nikaribû bigihîşta vê astê.”
Yekîtiya Demokratîk a Xirîstiyanan (CDU) niha opozîsyon e û yek ji partiyên herî bihêz ên Almanyayê ye.
CDU ji 630 kursiyên Parlamentoya ku wekî Bundestag tê naskirin xwedî 151 kursiyan e û ji bo vê hilbijartinê jî ku meha Sibatê tê kirin, tê pêşbînîkirin ku kursiyên zêdetir bi dest bixe.
Partiya Alternative ji bo Almanyayê (AfD) partiyeke rastgir a tundrew e û li dijî koçberan e û opozîsyon e. Partiya Alternative ji bo Almanyayê (AfD) dibêje, “Divê penaber vegerin welatê xwe.”
Alî Ertan Toprakê ku di heman demê de Serokê Rêxistina Civaka Kurd e, derbarê gotina AfDyê ku dibêje Yekîtiya Demokratîk a Xirîstiyanan (CDU) bernameya wan kopî kiriye got:
“Ev tiştekî bêwate û pûç e. Em partiyeke demokratîk in û demeke dirêj li Almanyayê desthilatdar bûn û navdar in. Partiya AfDyê partiyeke rastgir e û li dijî koçberan e.”
Li gorî rapirsiya dawî, tê pêşbînîkirin ku di hilbijartinan de Yekîtiya Demokratîk a Xirîstiyanan (CDU) ji sedî 30ê dengan, Partiya AfDyê ji sedî 21ê dengan, Partiya Sosyal Demokrat ku partiya Olaf Scholz ê Şêwirmendê niha yê Almanyayê ye ji sedî 18ê dengan bi dest bixin.
“Civaka Kurdî tevlî civaka Almanî bûye”
Partiya AfDyê doh li bajarê Hamburgê ya Almanyayê propagandaya hilbijartinê kir û li ser dirûşmên vegerandina penaberan berdewam bû û heta xwest ku Almanya ji Yekîtiya Ewropayê derkeve.
Alî Ertan Toprak ji Rûdawê re anî ziman:
“Bêguman tirseke mezin di nava xelkê de derbarê vê partiyê belav bûye.
Pirsgirêkeke mezin bi koça ne qanûnî re heye, bi taybetî yên ku di van çend salên dawî de hatine Almanyayê û tevlî civakê nebûne.”
Alî Ertan Toprak got, “Lê Kurd û xelkên din hene ku salan e li vir dijîn û tevlî civaka Almanî bûne.
Komên tundrev jî hene ku rêzê li Almanyayê nagirin û bi eşkere sûcan dikin.”
Namzedê Kurd nêrîna partiya xwe ya derbarê penaber zelal kir û got:
“Yekîtiya Demokratîk a Xirîstiyanan (CDU) dibêje, piraniya penaberên Almanyayê tevlî bûne û bûne beşek ji civakê lê yên ku bi qanûnan re ne girêdayî ne, divê çareseriya wan bê kirin û li vir nemînin.
AfD dibêje divê hemû penaber werin dersînorkirin.”
Cihê Kurdan li Almanyayê
Toprak li ser Kurdên ku li Almanyayê dijîn got:
“Ez dixwazim Kurd bibin xwedî cihekî girîng û ez gelek hewl jî ji bo vê yekê didim.
Di tevahiya jiyana xwe de min gelek kar ji bo yekîtiya Kurdan kiriye.
Doh jî li Kurdistanê me dît ku Mesûd Barzanî û General Mezlûm civiyan û dilê min pir pê xweş bû.
Eslê min Kurd e û ez dixwazim Kurd mafê xwe bi dest bixin.
Ez wekî siyasetmedarekî, xizmeta hemû Kurdistanê dikim.”
Roja 28ê Kanûna Pêşîna a 2024an hejmarek welatiyên her çar parçeyên Kurdistanê bi gelek kesayetiyên siyasî yên Almanî re li holeke Parlamentoya Almanyayê salvegera 30 saliya damezrandina Civaka Kurdî pîroz kir.
Wê demê Alî Ertan Toprak ji Rûdawê re gotibû:
“Me li vir li Bundestaga Almanyayê salvegera 30 saliya xwe pîroz kir.
Em yekem rêxistina Kurdî ne ku li Bundestaga Almanî salvegera xwe pîroz dikin.
Hemûyan tekez kir ku civaka Kurd ji Almanyayê re girîng e.”
Civaka Kurd li Almanyayê nûnertiya nêzîkî milyonek û 500 hezar heta du milyon Kurdan dike û bûye sîvanek ji bo diyasporaya Kurdan.
Ev civak çendîn sal e kar ji bo gihandina dengê Kurdan û bidestxistina mafên Kurdan li Almanyayê dike.
Civaka Kurdî li şeş herêmên Almanyayê serkeftî bû ku xwendina zimanê Kurdî li dibistanan bike fermî.
Ala Şalî ji Alî Ertan Toprak pirsî, “Karê te ya yekem ji bo Kurdan dê çi be?”
Alî Ertan Toprak di bersiva xwe de got:
“Ji bilî ku ez namzedê Parlamentoya Almanyayê me, li herêma Hamburgê jî hilbijartin hene.
Eger li vir gel dengê xwe bide min û ez bi ser bikevim, ev tê wê wateyê ku Kurd bi ser dikevin.
Ji ber ku ez serokê Civaka Kurd im li Almanyayê.
Divê em nîşan bidin ku Kurd demokratîk in û li Almanyayê piştgiriya demokrasiyê dikin.”
Dengdan ji bo wan partiyên ku dikarin nûnertiya Kurdan bikin
Li gorî Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, zêdetirî milyonek Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê li Almanyayê dijîn.
Piraniya Kurdên li Almanyayê li Berlîn, Hamburg, Munîh, Frankfurt, Stuttgart, Hannover, Kiel û Essenê dijîn.
Derbarê bidestxistina dengê Kurdên li Almanyayê bi taybetî li Hamburgê Alî Ertan Toprak got:
“Divê ew Kurdên Almanyayê yên ku mafê wan ê dengdanê heye, dengê xwe bidin wan namzedan ku di siyaseta Almanyayê de dikarin nûnertiya wan bikin.
Ez jî yek ji wan im, salên dûr û dirêj e li Almanyayê xizmeta Kurdan dikim.
Eger ez di hilbijartinan de werim hilbijartin, karê min ê yekem li asta navneteweyî ew e ku ez dê wekî dîplomatekî xizmeta Kurdistanê bikim û li Almanyayê jî xizmeta Kurdan bikim.”
Alî Ertan Toprak derbarê rewşa niha ya Almanyayê ji Rûdawê re anî ziman:
“Almanya niha ji ber şerê Ukraynayê di pirsgirêka aborî de ye.
Beşa enerjiyê jî pirsgirêkeke din e. Gelê me êdî dilxweş nîn e.
Me hewceyî bi siyaseteke derve ya bihêz heye.
Divê qanûnên me yên çêtir hebin û xizmeteke çêtir jî bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse