Sûdanî biryar da: Navê Balafirgeha Silêmaniyê hat guhertin

03-10-2025
RÛDAW
Nîşan Balafirgeha Silêmaniyê Mihemed Şiya Sûdanî Celal Talebanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê biryar da ku navê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê bibe "Balafirgeha Navneteweyî ya Celal Talebanî."

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro belav kir ku biryara guhertina navê balafirgehê "li ser daxwazeke berê ya Weqfa Serok Celal Talebanî bûye."

Li gorî nivîsgeha Sûdanî, "ev biryar wekî rêzgirtin û bilindnirxandina rola dîrokî ya serokê koçkirî û têkoşîna wî ya demdirêj a li dijî rejîma dîktatorî tê."

Biryar dê di demeke nêzîk de were bicihanîn

Berdevkê Wezareta Veguhastinê ya Îraqê Meysam Safî, 30ê Îlona 2025an ji Rûdawê re ragihandibû ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Wezîrê Veguhastinê Rezaq Mheybês li ser daxwaznameya guhertina navê balafirgehê erêkirina xwe daye.

Berdevkê Wezareta Veguhastinê ya Îraqê her wiha amaje pê kiribû ku daxwazname ji aliyê "Weqfa Serok Celal Talebanî" ve hatiye pêşkêşkirin û biryar dê di demeke nêzîk de were bicihanîn.

Hîmê Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê sala 2003yan hatibû danîn û sala 2005an bi awayekî fermî hatibû vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst