Kabineya nû ya Kurdistanê dê çawa be?

03-11-2018
RÛDAW
Di 31ê Cotmeha 2018ê de Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê encamên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê pesend kir
Di 31ê Cotmeha 2018ê de Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê encamên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê pesend kir
Nîşan Hilbijartinên Kurdistanê Kabinê Parlamento
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê piştî encamên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê pesend kir niha helwesta partiya ku ji hilbijartinan yekem derketiye Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) tê mereqkirin ka dê kabineya nû Kardistanê çawa ava bike

 

Endamê Serkirdetiya Partiya Demokrata Kurdistanê Elî Husên ji Rûdawê re ragihand ku hêdî hêdî hinek tişt zelal dibin û piştî ku ji bo avakirina kabineya nû ya Kurdistanê, serokwezîr hat erkdarkirin  ew dê wek PDK dest bi hevdîtinan bikin.


Elî Husên diyar kir ku ew naxwazin ti partiyeke piştguh bikin û got: “ Em dê li rewşa partiyên siyasî binêrin. Dibe ku kabineya nîv bingehfireh bê avakirin.”


Partiya wekî duyem ji hilbijartinan derketî Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) jî dibêje piştî ragihandina encamên herî dawî yên hilbijartinê ew amade ne ji bo avakirina kabineyê danûstandinan bikin.


Berdevekê YNKê Sedî Pîre destnîşan kir ku berê hikûmet bê avakirin, divê partiyên siyasî li ser bernameya xebatê ya hikûmetê li hev bikin û got: “Heta niha behsa kursî û postên wê nehatine kirin.”


Pîre tekez kir ku divê berî her tiştî partiyên beşdarî hikûmetê bibin wekî fermî bêne ragihandin û da zanîn ku di hevdîtinan de daxwazên partiyên siyasî dê diyar bibe.


Di 31ê Cotmeha 2018ê de Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê encamênhilbijartina Parlamentoya Kurdistanê pesend kir.


Roja 30ê Îlona 2018a hilbijartina gera pêncem a Parlamentoya Kurdistanê birêve çû û paşê jî şeva 20ê Cotmeha 2018a Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê encamên dawî yên hibijartinê ragihand. Li gor wan encamên fermî PDK 45 kursî, YNK 21 kursî, Tevgera Goranê 12 kursî, Nifşa Nû 8 kursî, Komela Îslamî 7 kursî, Hevpeymaniya Îslahê 5 kursî, Hevpeymaniya Serdem kursiyeke û Lîsteya Azad jî kursiyek bi dest xistibûn.


Herwiha 11 kursî jî bo pêkhateyên Herêma Kuridstanê ne, ku ji wan 3 kursî bo Hevpeymaniya Yekîtiya Neteweyî, 2 kursî bo Geşepêdana Tirkmenî, kursiyek bo Çaksaziya Tirkmenî, kursiyek bo Lîsteya Millet, kursiyek bo Bereya Tirkmenî û kursiyek jî bo Lîsteya Rafîdeyn e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst