HSD: Li Dêrezorê êrişa DAIŞê hat têkbirin

03-11-2025
Nîşan HSD Dêrezor DAIŞ Êriş Têkbirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan şeva borî li parêzgeha Dêrezorê ya li rojhilatê Sûriyeyê êrişeke li ser xaleke xwe ya leşkerî têk biriye.

HSDyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrişa DAIŞê ya li ser xaleke kontrolê ya li bajarokê Ebû Hemamê yê li çoltera rojhilatê Dêrezorê hatiye têkbirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrişkaran roketên RPG bi kar anîne û şervanên HSDyê demildest bersiv daye.

Hat destnîşankirin ku di êrişê de ti ziyanên canî negihîştine HSDyê û hat gotin ku êrişkar reviyane.

HSDyê di daxuyaniya xwe de pêbendbûna xwe ya bi ewlehiya herêmê re ducare kir û diyar kir ku têkoşîna wan a li dijî gefên li ser ewlehiya sivîlan dê berdewam bike.

SOHRê jî ragihand

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî agahiyên HSDyê piştrast kirin û diyar kir ku êrişkar endamên DAIŞê bûne.

SOHRê her wiha da zanîn ku şaneyên DAIŞê ji destpêka sala 2025an ve li herêmên Rêveberiya Xweser 208 êriş pêk anîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst