Dorpêça li ser Balafirgeha Silêmaniyê rabû û geştan dest pê kir

03-11-2025
RÛDAW
Piştî du salan balafira Turkish Airlinesê xwe li Silêmaniyê danî/Wêne: Rûdaw
Piştî du salan balafira Turkish Airlinesê xwe li Silêmaniyê danî/Wêne: Rûdaw
Nîşan Balafirgeha Silêmaniyê Dorpêç Tirkiye Nêçîrvan Barzanî Geştên Esmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî zêdetirî du sal û nîvan ji rawestandina geştên asmanî, balafireke Kompanyaya Rêhewaya Tirkiyeyê (Turkish Airlines) bi 120 geştiyaran li Firokexaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê danî.

Ev destpêka asayîbûna geştên asmanî yên di navbera Tirkiye û Silêmaniyê de ye piştî dorpêça Enqereyê ya li ser balafirgehê.

Gihîştina balafirê bi kêfxweşî û şahiya geştiyaran hat pêşwazîkirin.

Yek ji geştiyaran Hîdayet Salih ji Rûdawê re got, "Ez kêfxweş û bextewar im, vekirina balafirgehê gelek karê me hêsan dike."

Her wiha hunermend Peywend Cafê ku ew jî yek ji geştiyaran bû got:

"Piştî bendewariyeke dirêj ez kêfxweş im, çimkî rêya min a dûr nêzîk bû."

Heman balafirê 105 rêwî ji Silêmaniyê birin Tirkiyeyê.

Li gorî biryarê vê mehê hefteyê çar geştên asmanî di navbera Tirkiye û Silêmaniyê de bên kirin û meha bê jî bi zêdebûna kompanyayeke din, hejmara geştan zêdetir bibe.

Geştiyarekî din Eyad Mihemed amaje pê kir, "Vî bajarî ji ber girtina balafirgehê wekî ku blok li ser hatibe danîn bû, di pêşerojê de dê sûda wê ji bo her kesî hebe."

Xwediyê kompanyayeke geştiyariyê Jêwer Celal jî ragihand, "Meha bê Kompanyaya AJetê (Anadolujet) a Tirkiyeyê dê dest bi geştên xwe bike."

Amarên Balafirgeha Silêmaniyê nîşan didin ku ji ber dorpêça Tirkiyeyê, di du sal û nîvên borî de nêzîkî ji sedî 35ê çûn û hatin û çalakiyên geştiyarî û bazirganî yên balafirgehê kêm bûbûn.

“Hewlên Nêçîrvan Barzanî mezin bûn”

Birêvebirê Dîwana Wezareta Veguhastinê Hêrman Mihemed ji Rûdawê re ragihand, "Hewlên Kek Nêçîrvan Barzanî ji bo destpêkirina geştan mezin û girîng bûn."

Birêvebirê Ragihandin û Pêwendiyan ê Balafirgeha Silêmaniyê Dana Mihemed jî tekezî li ser bandorên neyînî yên girtinê kir û got:

"Ji ber girtina balafirgehê ji şofêrê taksiyê bigire heta bazirganekî zerer dîtibû."

Yek ji geştiyaran Geştiyar Qadir spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir û got, "Hewlên Serok Nêçîrvan Barzanî gelekî mezin û girîng bûn û wekî xelkê Silêmaniyê ez destxweşiyê lê dikim."

9ê Çiriya Pêşîn li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dorpêça li ser Balafirgeha Silêmaniyê rakir.

Piştî vê yekê, hem li navxwe û hem jî li derve, pesnê van hewldanan hat dayîn û ev wekî gaveke girîng ji bo bipêşxistina pêwendiyan tê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst