Hikûmeta Kurdistanê: Divê valahiya emnî bê tijîkirin

03-12-2021
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Kurdistanê Hêzên Pêşmerge DAIŞ Iraq Valahiya Emnî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê zêdebûna êrişên DAIŞê de ragihand ku divê hikûmeta federal a Iraqê hevahengî û karê zêdetir li gel Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bike û Hikûmeta Kurdistanê jî amadebûna xwe ya temam di vî warî de derbiriye.

Çekdarên DAIŞê şeva derbasbûyî êrişî gundê Xidir Cîce yê ser bi Mexmûrê ve kir û di encamê de 3 birayên xelkê gund û 10 Pêşmerge şehîd bûn ku 2 Pêşmerge li gund, 7 di dema hawarçûnê de û pêşmergeyek jî ji ber wergeriyana wesayîtê, şehîd bûn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî daxuyaniyek belav kir û “êrişa terorîstî” şermezar kir û sersaxî ji kesûkar û malbatên xelkê sivîl û pêşmergeyan re xwest.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê zêdebûna êrişên DAIŞê de ragihand, divê hikûmeta federal a Iraqê hevahengî û karê zêdetir li gel Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bike.

Di daxuyaniyê de hatiye tekezkirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warî de amadebûna xwe bi temamî derbiriye.

Êrişên DAIŞê li ser Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê zêde bûne û roja 27ê meha derbasbûyî li Kulecoya ser bi Germiyanê ve li parêzgeha Silêmanî DAIŞê êriş kir û 6 Pêşmerge şehîd bûn û 4 Pêşmerge birîndar bûn.

Herwiha roja 29ê meha borî jî çekdarên DAIŞê vê carê li qezaya Kifrî ku ew jî ser bi Germiyanê ve ye êrişî Pêşmerge kir û di wê êrişê de 2 Pêşmerge şehîd bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst