کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Komîsyona Hevgirtina Kurdistanî hate avakirin

Maşallah Dekak

Maşallah Dekak

03-12-2022
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Rewaniya kurdiya wî û şehrezatiya wî di zimên de, kir ku Maşallah Dekak di tevlîbûnên zindî di bultenên nûçeyan de cihê pejirandina temaşevan û guhdaran be. Rewşenbîriyeke wî ya kûr heye û şehrezayê dîroka Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ye.
Ji sala 2009an ve, wek peyamnêrê rojnameya Rûdawê, çapa Kurdistan û Ewropayê, dest bi kar kir. Di salên 2012-2013an de, xula perwerdeya karê televizyonî li Rûdawê li ser destê Ewropiyan dît.
Bûyerên Bakurê Kurdistanê rûmal dike. Hilbijartin li Bakurê Kurdistanê rûmal kirine û dîbeytên taybet di vî warî de bi rêve birine. Li ser sînor, êrişa DAIŞê li ser Kobanê (Îlona 2014-Rêbendana 2017) rûmal kir.
Maşallah Dekak programeke heftane di radyoya Rûdawê de pêşkêş dike bi navê (Bi Dema Amedê) ku tê de li ser rojeva hefteyê mêvandariya siyasetvan û rewşenbîran dike.

Maşallah Dekak
Maşallah Dekak03-12-2022

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Amed (Rûdaw) - Di bin pêşengiya KCD, HDP û DBP'ê de Komîsyona Hevgirtina Kurdistanî hate avakirin û ji bo hevgirtina hilbijartinên 2023'an dest bi xebatê kir. Komîsyonê serdana partiyên Kurdî kir lê PSK, PAK û HAKPAR li derveyî vê bernameyê hatin hiştin.

Komîsyona Hevgirtina Kurdistanî ku ji hevserok û rêveberên KCD, HDP û DBPê pêk tê, serdana PDK Tirkiye, Partiya Azadî, DDKD, KKP û Partiya Însan û Azadiyê PÎA'yê kir. HDP'î dibêjin ew dixwazin beriya hilbijartinên 2023'an eniyeke berfireh a Kurdistanî ava bikin.

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier dibêje “Pêvajoya ku em tê de ne, li gorî me ji bo Kurdan pêvajoyeke pir girîng e. Di vê pêvajoyê de weke partî û rêxistinên Kurd em hemûyan bînin ba hev. Û şexsiyet û sazî û rewşenbîrên Kurd bêne cem hev. Weke KCD, DBP û HDP em dixwazin vê pêvajoyê bihunin.”

Di bernameya Komîsyona Hevgirtina Kurdistanî de tenê partî û rêxistinên ku di hilbijartina 2019an de bi HDPê re hevkarî kiribûn cih girt. PSK, PAK, HAKPAR li derveyî vê bernameyê hatin hiştin.

Berpirsê Ragihandina PAK'ê Henîfî Turan got “Muxatabên me divê hebûna miletê Kurd nas bikin, hebûna Kurdistanê nas bikin, azadiya rêxistinbûnê nas bikin û di serî de ala Kurdistanê weke semboleke miletê Kurd nas bikin. Ev kî jî bin em dikarin bi wan re diyalog deynin û bi wan re îtifaq jî pêk bînin.”

Li gorî rêveberên PÎA'yê ku hevalbendên HDPê ne, diviyabû tu partî û rêxistineke Kurdî li derveyî vê bernameyê nehata hiştin. Ew vê yekê rast nabînin.

Serokê Giştî yê PÎAyê Mihemed Kamaç diyar kir “Yanî tu cudahiyan em naxin navbera tu partiyan. Ger PÎA bûya ji bo avakirina pêkhateyeke berfireh, çi ji destê me bihata kirin me dê bikira. Em vê yekê tenê weke gotin nabêjin. Me dê bikira.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya hilbijartina 2019an eniya Tifaqa Kurdistanî ava kiribû. Di hilbijartinên parlamentoyê de DDKD û KKP'ê parlamenterek û di hilbijartinên şaredariyan de jî PÎA, PDK Bakur û PDK Tirkiyeyê jî  her yek şaredariyek li ser navê HDP'ê bi dest xistibûn.

Pirsên