REWŞA DAWÎ – Şer li Bilbilê dijwar bûye

04-02-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Efrîn Tirkiye Êriş YPG YPJ Bilbil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şer û pevçûnên herî giran li devera Bilbilê diqewin û sedema vê yekê jî ew e ku bajarokê Bilbilê yê herî nêzîkî sînorê Tirkiyê ye. Ji bilî Bilbilê jî, topbaran li ser gundên devera Şêra û Şiyê berdewam e.

 

Li gorî çavkaniyên xwecihî ku ji Rûdawê re axivî ne, Şer û pevçûnên herî giran li vê devera Bilbilê derdikevin ji ber ku bajarokê Bilbilê gelek nîzîkî sînorê Tirkiyê ye.


Hêzên Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve derbasî çend gundê deverê û navenda bajarokê Bilbilê jî bûne.


Ji gundê Şingêlê li bakurê Rojavayê Bilbilê û heta gundên Bîkî, Elîkero, Zehrê, Baliya, Qurnê li bakurê Rojhilatê Bilbilê hêzên Artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser ve cih girtine.


Li başûrê rojavayê bajarokê Bilbilê jî hêzên artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser ve gihaştine heta geliyê Uka û gundên Qestel, Kurdo, Heftaro û Ebûdanê.


Li tevahiya van gundan, hêzên YPG û YPJê bersiva  êrîşan encam didin û şer û pevçûnên tund û dijwar tên kirin.


Li gorî zanyariyên xwecihî, hêzên Kurdî  şeva borî karîne gundê Zehrê û beşekî ji bajarokê Bilbilê ji destê hêzên êrîşker derxînin.


Li devera Şera jî ku hevsînorê Tirkiyê û herêma Ezazê ye, topxaneya artêşa Tirkiyê gundên Erebwêranê, Dîkmetaşê û Baflûnê bi tundî topbaran kirine.


Di heman demê de, şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên kurdî û hêzên êrîşker de li derdora van gundên navborî derketine.


Li devera Şiyê jî, topxaneya Tirkiyê gundê Hechesna li rojhilatê bakurê bajarokê Şiyê topbaran kiriye. Şer û pevçûn li derdora gundê Xelîl û Şêx Bilo û Çiyayê îzgehê di navbera hêzên HSD û artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser ve derketine.


Li gorî çalakvanên xwecihî, hêzên êrîşker ji gundê Xelîl hatine derxistin û zerîpoşeke artêşa Tirkiyê hatiye têkbirin û çend serbazên Tirkiyê jî hatine kuştin.


Ji roja 20ê meha borî ve, êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve li dijî Efrînê dest pê kiriye.


Ji bilî bombebaran û topbranê ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve, şer û pevçûnên bejahî jî li piraniya deverên sînorî berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst